PDK û YNK, li Bexdayê li gel aliyên siyasî guftûgoyan dikin

PDK û YNK, li Bexdayê li gel aliyên siyasî guftûgoyan dikin

.

A+A-

Ji bo guftûgokirina derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, du şandên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi awayekî cuda li Bexdayê ne.

Li gor nûçeya K24ê, îro şandeke PDKê bi serokatiya Endamê Polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî gihîşt Bexdayê û di yekem rawesteka xwe de, bi Serokê Hevpeymaniya Teqedum Mihemed Helbûsî re civiya û guftûgo derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de kirin.

Li gor heman çavkaniyê, şandeke din a YNKê bi serokatiya Qubad Talebanî li Bexdayê ye û bi Serokomar Berhem Salih û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm re derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de guftûgo kirin.

Herwaha di civînên aliyan de, niha ti rêkeftinek nayê kirin, lê belê armanca wan guftûgoyan ew e, bigihin hevtêgihîştinan, bi taybet ku PDK û YNK aliyên sereke yên pêkanîna hikûmeta nû ne.

Li gor zanyariyên K24ê, biryar e di çend rojên bê de jî, şandeke Tevgera Sedir û şandeke aliyên “Çarçoveya Hevahengiya Şîeyî” serdana Hewlêr û Silêmaniyê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin