
Partîya Welatparêzên Kurdistanê 105 sal di ser destpêka Tevgera Milî ya Kurd ya Koçîgirîyê de derbas bû
.
Tevgera Milî ya Kurd ya Koçîgirîyê di 6ê Adara 1921ê de destpê dike.
Di destpêka rûxandina Împaratorîya Osmanlîyan de gelek gelên ku di bin destê Împaratorîya Osmanî de bûn, di hewla azadîya gel û welatê xwe de bûn.Herweha di wê demê de dewletên mezin yên wek Îngilîz û Firansizan yên ku li herêma Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêzîk de xwedîyê mîsyonên mezin bûn jî, li gorî berjewendîyên xwe bi karê dizayînkirina herêmê re bûn.
Di nav rewşenbîr, xwenda û arîstokratên kurdan de jî hest û hişmendîya azadîya gel û serxwbûna welat germ bibû. Ji bo zêdekirina hestên welatperwerîyê, hestên azadîya gel û serxwebûna Kurdistanê, di demeke kin de gelek rojname û kovar derketin, komel û teşkîlat hatin avakirinê. Yek ji van teşkîlatan Cemîyeta Tealî Ya Kurdistanê bû.
Cemîyeta Tealî ya Kurdistanê li Kurdistanê dest bi xwe birêxistinkirinê kir. Di hewla pêşî de herêmên Koçgirî-Dêrsim, Diyarbekir û Wan hatibûn helbijartinê.
Dema Şoreşa Oktobirê de ku Ûris ji Kurdistanê vekişîyan û kurd li herêma xwe bi awayekî otonom dijîyan, îdareya wê demê ya Dewleta Tirkîyeyê destpêkir, Siwarîyên Ordîya 6ê ya Tirkîyê li herêma Koçgirîyê bi cîh bike. Ji bo wê jî gelek leşker kişandin herêmê. Ji ber ku kurdan talankerî, wêrankerî û kuştinên jontirkan baş dinasîn, kurdan jî ji bo parastina xwe dest bi xwe amadekarîyê kirin.Di destpêka 1921ê de li hinek deveran bûyerên biçûk diqewimîn. Lê, tevger mezin bi serokayetîya Elîşan Beg û Elîşêr Efendî de, di 6ê Adara 1921ê de destpê dike. Heyder Beg, Mehmed Izet, Nakî, Hesen Eskerî, Kazim di pêşengîya Tevgerê de cîh digirin.
Bi qetlîyama hezaran kurdan, bi kavilkirina 132 gundan û talankirina bi hezaran terş/heywan û zexîreyên gelên herêmê, ev Tevgera Kurd ya Koçgirîyê di 25ê Hezîrana 1921ê de diqede.
Ev dîmen li bakûrê welatê me sedsale didome. Gelê Kurdistanê 200 sale têkoşîna azadîya welatê xwe dimeşîne. Doza azadîya Kurdistanê îro bi ked û xebat û têkoşîna şehîdên Koçgirîyê, Pîran, Agirî, Dêrsim, Mehabad, Barzan, Qamişloyê gav bi gav destkeftinan bi dest dixe.Heta ku li her çar perçeyên Kurdistanê jî gelê me azadîya xwe bidest bixe dê ev têkoşîn berdewam bibe.
Em di 105 salîya tevger û serîhildan û berxwedana Koçgirîyê de rêber û şehîdên Tevgera Koçgirîyê û hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînin.
06.03.2026
Buroya Ragehandinê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)


NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin