Parlamenterên Îranî: Xwepêşander 'dijminên Xwedê' ne divê bilez bên darvekirin

Parlamenterên Îranî: Xwepêşander 'dijminên Xwedê' ne divê bilez bên darvekirin

.

A+A-

Parlamenterên Îranî roja Yekşemê bang li rayedaran kirin ku proseya danûstandina ligel xwepêşanderên ku ew wek dijminên xwedê binav dikin bilezînin û wan bi komî bidarve bikin, û di xwepêşandanên li seranserê welat de sirûdên mirina ji bo dîktator dubare kirin.

Parlamenterên Îranî roja Yekşemê bang li rayedaran kirin ku proseya danûstandina bi xwenîşanderên ku ew wek “dijminên xwedê” binav dikin, bilezînin û wan bi komî darve bikin, yên ku di xwepêşandanên li seranserê welat de sirûdên nû yên "mirin bo dîktator" bilind kirin.

Di rûniştina parlamentoyê de, parlamenter Ehmed Emîrabadî Ferahanî daxuyaniyek bi îmzeya 227 parlamenteran ji 290 parlamenteran xwend û tê de pesnê hêzên ewlehiyê ji bo kuştina “dijminên Xwedê” hat dayîn û daxwaza dadgehkirin û darvekirina bilez ji bo xwepêşanderan kir. Navê 227 parlementeran nehat eşkerekirin.

Parlemanteran Amerîka û welatên din ên ku wek dijminên bi navkirin bi pêşkêşkirina alîkariyên aborî û çekan ji xwepêşanderan re tawanbar kirin û gotin ku wan alîkariya organîzekirina xwenîşandanên ku bûne sedema kuştina bi dehan karmendên hêzên ewlehiyê kirine.

Di daxuyaniya parlamenteran de hat ragihandin “Em wek nûnerên vî gelî bang li hemû rayedaran di nav de jî dadwerî dikin ku bi van dijminên Xweda re ku mîna DAIŞê bi çek û çekên sar binpêkirina can û mal û milkê mirovan kirine û hukmê Xwedê li ser van dijminên Xwedê bidin.”

Banga darvekirina xwepêşanderan rojekê piştî wê yekê hat ku 121 mamoste û profesorên Zanîngeha Teknolojiyê ya bi prestîj a Amirkabîr li Tehranê hişyarî dan li ser tepeserkirina tund li dijî xwepêşanderan û gotin ku ew dê xwepêşandanan zêdetir geştir bike.

Piştî kuştina xwepêşanderekî din ji aliyê hêzên ewlekarî yên Tehranê ve, roja Yekşemê li bajarên Kurdan xwepêşandan derketin. Li Tehran û Kermanê jî gel bi dirûşmeyên li dijî rejîmê û şewitandina hîcaban daketin kolanan.

Bajarê Merîwanê ê Rojhilatê Kurdistanê Kurdistanê bû meydana pevçûnên dijwar ên kolanan û bi şev, bajar dişibe qada şer û dengê çekan li wî bajarî ku bi sedan polîs bi cil û bergên sivîl li nav cadeyan digerin.

Li başûrê rojhilatê Îranê, li herêmên Rojhilatê Kurdistanê û Belûciyan zext û zordarî dijwar bûne. Di du qetlîamên li bajarokên Zahede û Xaşê de herî kêm 108 kes ji aliyê Pasdarên Îranê ve hatin kuştin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Osloyê ye, heta niha herî kêm 304 kes di xwepêşandanan de hatine kuştin ku nav de herî kêm 41 zarok jî hene.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê îro Yekşemê ragihand ku herî kêm 53 xwepêşander li Rojhilatê Kurdistanî hatine kuştin û Rêxistina Hengaw ya Mafê Mirovan jî hejmara wan 61 kes ragihandiye.

Jîna Emînî keça Kurd a 22 salî ya ji Seqizê bû ku 13ê Îlonê li Tehranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Îranê ve bi tohemta binpêkirina hîcaba îslamî hatibû desteserkirin û roja 16ê Cotmehê canê xwe ji dest dabû.

Piştî kuştina Jîna Emînî ya 22 salî ji aliyê polîsên exlaqê yên Îranê zêdetirî mehekê ye li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan tên lidarxistin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin