Parlamenterekî HDPê banga çekdanînê li PKKê kir

Parlamenterekî HDPê banga çekdanînê li PKKê kir

.

A+A-

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu got, "Divê PKKê dest çekan berde.”

Parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu îro li parlamentoya Tirkiyê daxuyanî da û bibîr xist ku îro “1ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê” ye û got  ku divê mirovahî salê carekê vê firsendê ji dest nede.

Omer Faruk Gergerlioglu diyar kir ku li cîhanê dibe ku di navbera civak û kesan de pirsgirêk û şer rû bidin, lê armanca mirovahiyê her tim gihiştina aştiyê bûye.

Gergerlioglu bal kişand ser wê yekê ku mirov ji şerên cîhanê û nakokiyên herêmî gelek zirarê dibînin û got, "Şer li mirovan dide windakirin, lê aştî dide qezenckirin. Em dizanin ku li Tirkiyê ji ber dubendiya olî û etnîkî pirsgirêk û nakokî hene û pevçûn rû didin. Li cihê ku pirsgirêk hebin, aştî nîne û divê çareserî ji bo wan bê dîtin. Em 1ê Îlonê Roja Aştiyê de dîsa dibêjin di zûtirîn dem de pevçûnên ji ber pirsgirêka Kurd hene divê bi dawî bibin.”

Parlamenterê HDPê herwiha teqez kir ku divê rêxistinên di nav şerê çekdarî de ne demildest dest ji çekan berdin û wiha got: "Pêwîst e rêxistina ku şer didomîne PKKê çekan deyne û divê em di roja 1ê Îlonê Roja Aştiyê de pirsgirêkên xwe li parlamentoyê çareser bikin. Sûda pevçûn, kuştin û xwînê ji bo kesê nîne. Em niha di demeke wiha de ne ku divê çareserî bê dîtin.”

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin