Parêzgarê Helebcê: Pêwîst e hikûmeta Iraqê îsbat bike ku cudahiyê naxe navbera parêzgehan

Parêzgarê Helebcê: Pêwîst e hikûmeta Iraqê îsbat bike ku cudahiyê naxe navbera parêzgehan

.

A+A-

Parêzgarê Helebce Azad Tewfîq ragihand ku divê hikûmeta federal îsbat bike ku ti tiştek ji xelkê Helebce re nekiriye û ferq û cudahiyê naxe navbera parêzgehên Zaxo heta Besrayê.

Parêzgar Tewfîq îro (16.03.2024) di 36emîn salvegera karesata Helebceyê de daxuyaniyek da.

Tewfîq bi bîr xist ku di kîmyabarana Helebceyê de zêdetirî 5 hezar mirovên bêguneh jiyana xwe ji dest dane û got, "Hikûmeta federal heta niha çi ji bo me kiriye ku ji Zaxo heta Besrayê ferq nîne? Divê hikûmeta federal rê bide hikûmeta Herêma Kurdistanê ku daxwaz bike Helebce bibe parêzgeh. Divê hikûmeta Iraqê di sala 2025an de ku 37 saliya Helebceyê ye, Helebce weke parêzgeh îlan bike.”

Dema Helebce bibe parêzgeh, em ê bibin xwediyê budce û projeyên xwe.” Parêzgarê Helebce Tewfîq got, “Em ê li parlamentoya Iraqê û nûnerên federalî bibin xwedî kursî. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê dikin ku statuya me ya parêzgehê pesend bike.”

Di 16ê Adara 1988’an de bi fermana dîktatorê hilweşiyayî yê Iraqê Sedam Husên, di 16ê Adara 1988an de zêdetirî 5 hezar Kurd ku piraniya wan jin û zarok bûn, bi çekên kîmyewî yên ku di bombebarankirina Helebceyê de bi balafirên şer hatin bikaranîn, şehîd bûn.

Ev êrîşa nemirovane ku bi navê “Komkujiya Helebceyê” derbasî dîrokê bû, qonaxa herî bi êş û dawî ya Jenosîda Enfalê bû, ku di navbera salên 1986-1989an de bi awayekî sîstematîk ji aliyê rejîma Beis a bi pêşengiya Sedam Huseyîn ve li dijî gelê Kurd hate kirin.

Di komkujiyê de zêdetirî 5 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûn, zêdeyî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Li gorî rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO), ev êrîşa kîmyayî heta niha bûye sedema mirina zêdetir ji 43 hezar û 753 kesan û seqetbûna zêdetir ji 61 hezar kesan. Tîma Bijîşkên Bê Sînor piştrast kir ku gaza xerdel hatiye bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin