PAK-Swêd beşdarî panela Komeleya Kurd a Uppsalayê bû

PAK-Swêd beşdarî panela Komeleya Kurd a Uppsalayê bû

.

A+A-

Komeleya Kurdên li Uppsalayê panelek li ser bûyerên dawîn yê Kurdistanê amade kir. Panel bi sernivîsa ”Bi perspektîfa Kurda rûdanên siyasî yê li Kurdistanê û Turkiyê”, bûyerên di rojeva Bakurê Kurdistanê de bû.

Mêvanên panelê ji Partîya Azadîya Kurdistanê Seval Mert, Nîhat Akar û Nîmet Mumtaz Aydin bû. Panel ji aliyê serokê Komeleya Kurdên Uppsala Lezgîn ve hate rêvebirin. Her sê mêvanên panalê li ser hilbijartinên Tirkiyê, erdhejî, destê alîkarîyê û rewşa nuha ya maxdûrên erdhejê û herweha hêvî û daxwazên Kurda ji siyaseta Kurdistanê sekinîn.

Axaftina destpêkê Seroka Piştgirên Partîya Azadîya Kurdistanê ya Ewropa Seval Mert kir. Seval Mert li ser encamê erdhejê, destê alîkariyê û rewşa heyî, sekinî. Nîhat Akar jî ji bo bûyerên bi vî rengî beriya dubare bibin, kar û barên ku em ji îro ve karin bikin rawestiya û di vî warî de hin pêşniyaran kir. Nimet Mumtaz Aydin jî li ser Kurdên Ewropa çi kirin û dikaribûn hîn bêtir çi bikin peyivî û balê kişand li ser tunebûna dezgehên netewî yê mayînde.

Di beşa nasandina damezirandina PAKê de Nîhat Akar qala felsefa PAKê kir. Seval Mert jî qala prensîbên PAKê yê damezirandinê û yê heta nuha kir. N. Mumtaz Aydin jî bi kurtî qala dîroka siyasî û rêxistinî yê Bakurê Kurdistanê kir û şert û mercên siyasî ku PAK hatibû damezirandinê kir.

Di beşa hilbijartinan de jî Nîhat Akar qala rewşa siyasî ya nuha, sekna partiyên dewletê û bernameyên wan ên siyasî kirin. N. Mumtaz Aydin jî qala sekna HDPê daklarasyona wan a hilbijartinê û siyaseta partiyên Kurdistanî kir. Di vê babetê de Seval Mert jî qala PAK di vê hilbijartinê de çi wê neke kir û got PAK heta heftiyekê ji rayagiştî re zelal bike ku wê çi bike.

2-410.jpg3-372.jpg4-295.jpg1-355.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin