PAK li Batmanê Şewata Sînema Amûdê bi bîr anî

PAK li Batmanê Şewata Sînema Amûdê bi bîr anî

Şaxa PAKê ya Batmanê îro (13.11.2016) bi minasebeta 56mîn salvegera"Agirê Sînema Amûdê" bîranînekê lidarxist. Bîranîn li Hola Civînê ya Şaxa PAK a Batmanê bû.

A+A-

 

1-004.jpg2-004.jpg3-001.jpg

Şaxa PAKê ya Batmanê îro (13.11.2016) bi minasebeta 56mîn salvegera"Agirê Sînema Amûdê" bîranînekê lidarxist. Bîranîn li Hola Civînê ya Şaxa PAK a Batmanê bû.

Bi taybetî Kurdên Binxetê (Rojavayê Kurdistanê) ji bo bibîranîna Agirê Sînema Amûdê eleqeyeke baş nîşan dan.

Di destpêka bernamê de ji bo şehîdên Kurdistanê rêz hat girtin û siruda netewî  hat xwendin. Serokê şaxa Batmanê ya PAKê  Azîz Ozdemîr bixêrhatin da mêvana û daxuyanîya PAKê xwend:"Di 13.11.1960an de ji bo alîkarîya Şoreşa Cezayirê, rêveberên bajarê Amûdê li gor biryara dewleta Sûriyê, hemû xwendekarên dibistanên seretayî mecbûr dikin da ku biçin sînemayê li fîlma ”Cerîmet Nisif el Leyl” (Cerîmeya Nîvê Şevê) temaşe bikin. Salona ku ji bo 200 kesî ye nêzîkî 500 zarokên kurdan tê de bi cih dikin. Piştî ku hemû zarok dikevin hundurê sînemayê, eskerên sûrîyê derî digrin û agir bi sînemayê dikeve. "

"Di vê karesatê de ku bi navê ”Agirê Sînema Amûdê” tê zanîn, 283 zarokên kurdan dişewitin. Di vê bûyerê de rola qehremanê kurd Mihemedê Seîd Axayê Deqorî pir giring e ku wî gelek zarok ji vê şewatê xelas kirine."

"Em di  56emîn salvegera vê bûyera ku li Amûdê di dilê her kurdekî de birîneke kûr hêla ye, van şehîdên temenbiçûk bi bîr tînin."

Rêzdar Mamoste Keko Osman ji bo vê xebatê sipasîya xwe ji PAKê re kir û  helbesteke xwe ku ji bo keraseta Amudê nivîsandi bu xwend.

Du re Rêzdar Mamoste Xalîl Sasonî ku ew bi xwe wextê buyera Agirê Sînema Amudê 15 salî bu ye û çuye hawarîya Amudê wiha got: "Sedema buyera Amûdê ji taybetîyê wê bi xwe tê.Amûdê yekem cihê rewşenbîrîyê ye  li Rojava.Yekem cihê Şoreşgera ye.Yekem cihê kurdayetîyê ye li Rojavayê Kurdistanê ye.Sitara rojnamevan nivîskar û şaîrana ye. Cihê bêîtaatîya rejîmê ye. Li Başurê Kurdistanê Silêmanî, li Bakurê Kurdistanê Cizîra Botan, li Rojhilatê kurdistanê Mahabat çibe li Rojavayê Kurdistanê jî Amûdê ew e"

Mamoste Xalîl Sasonî got: “Ev keraseta hane ku bi lekolineke hejayî pirtukek bi kurdî nivîsandî ye bi navê “Agirê Sînema Amûdê” Mele Ahmedê Namî cihê peznê ye û jibo me şanezî ye.”

 Du re  Ehmet Hemza sitranek ku wî bixwe ji bo Amûdê amade kiribu bi saza xwe pêşkeşî mevana kir.

Paşî  bi  belgefilmek li ser Agirê Sinema Amudê  hate nîşandan.

Beşdarvanan dema temaşekirina belgefîlmê de kewgirî bûn.

Piştî belgefîlmê bîranîn bi pirsê bêşdervanan bername bi serkeftî dawî bu.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin