PAK lİ Amedê Seredana PDK BAKUR kir

PAK lİ Amedê Seredana PDK BAKUR kir

Mustafa Özçelik jibo lidarxistina kongreya PDK BAKUR û hilbijartina Sertaç Bucak wekî Serokê Giştî yê PDK BAKUR, li ser navê PAKê pîrozbahîya xwe pêşkêş kir û serkeftin ji PDK Bakur re xwest.

A+A-


Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik roja 29.08.2016an li Amedê, li gel Cîhgirê Serokê Giştî  Kasim Ergun û endamên Komîteya Birêveberîya Navendî Feyaz Ekmen, Abdurahman Ecer, Vahit Aba seredana PDK BAKUR kir.

Heyeta PAKê ji alîyê Serokê Giştî yê PDK BAKUR Sertaç Bucak û êndamê Komîteya Bireveberîyê rêzdar Boran Balin ve hate pêşewazî kirin.

Mustafa Özçelik jibo lidarxistina kongreya PDK BAKUR û hilbijartina Sertaç Bucak wekî Serokê Giştî yê PDK BAKUR, li ser navê PAKê pîrozbahîya xwe pêşkêş kir û serkeftin ji PDK Bakur re xwest.

Rêzdar Sertaç Bucak jî jibo vê zîyaretê spasîya heyeta PAKê kir. Herdu alîyan di derbarê rojeva Kurdistanê, hevkarî û tifaqên netewî de bîr û rayên xwe anîn ziman. Hevdîtina PAKê û PDK BAKUR di atmosfereke dostanê de derbas bû.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin