
PAK Fehmî Demîr bibîr anî
“Em Fehmî Demîr di yekemîn salvegera wefata wî de, bi giramî bibîr tînin.”
A+A-
Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) serokê berê yê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Fehmî Dermîr bibîr anî.
Serokê berê yê HAK-PARê Fehmî Demîr 25ê Cotmeha 2015ê li navçeya Tarsûsê di qeza trafîkê da jiyana xwe ji dest dabû.
PAKê Fehmî Demîr bibîr anî û got ku ew kadroyê kedkarê doza azadîya Kurdistanê bû kesekî welatperwer bû.
Di daxuyaniya PAKê de wiha hat gotin: “Em Fehmî Demîr di yekemîn salvegera wefata wî de, bi giramî bibîr tînin.”
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin