PAK: Em bêrîzîya  ku  li Alaya Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin

PAK: Em bêrîzîya ku li Alaya Kurdistanê hatîye kirin rûreş dikin

.

A+A-

Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) derbarê bêrêzî û destdirêjiya Ala Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de da zanîn ew bêrêziya li Ala Kurdistanê hatiye kirin rûreş dikin. 

Daxuyaniya PAKê wiha ye:

Li bajarê Suleymanîyê yê Başûrê Kurdistanê, hinek xwendevanên unîwersîteyê ji bo bicîh anîna hinek daxwazên xwe yên maqûl û meşrû xwepêşandan li dar xistin.

Lê belê di dema xwepêşandanên xwendevanan de hinek kesên qirêj,  bi navê xwepêşandanê , bêrêzîyeke mezin li Alaya Kurdistanê kirine. Hinek kesên bê esil, rûreş, Ala Kurdistanê danîne bin pîyan, pêlêkirine û  xwestine gel  bi otomobîlan  û bi piyan li ser bimeşin, herin û werin.

Em li gel wê ne ku ,  Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêwîstî û daxwazên xwendevanan yên perwerdeyê, însanî, pêwîst û meşrû bicîh bîne. Ev herweha wazîfeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye jî. Lê belê bi tu awayî nayê qebûl kirin ku xwendevan di xwepêşandanên meşrû de şîdetê, tûnd û tûjîyê bikar bînin.Û bi tu awayî nayê qebûl kirin ku hinek  kes rabin daxwazên xwendevan sûîstîmal bikin û bêrîzîyê li Alaya Kurdistanê bikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke herî mezin ya neteweyî, nişitimanî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê ye.

Dadgehên Suleymanîyê  divê di heqê wan rûreşên ku hekaret û bêrêzî li Alaya Kurdistanê kirine demildest lêpirsînê destpê bikin û dozê vekin û divê hemû Kurd û Kurdistanîyên cîhanê van bêesil û rûreşên ku ev kiryara kirine rûreş bikin.

Em wek PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê) wan kesên ku heqaret û bêrêzî li Alaya Kurdistanê kirine rûreş û protesto dikin.

24.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin