PAK: Baregeha me ya li Balîsanê bi 3 mûşekên balîstîk hate armanckirin

PAK: Baregeha me ya li Balîsanê bi 3 mûşekên balîstîk hate armanckirin

.

A+A-

Berpirsekî Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ragihand ku îro bi 3 "mûşekên balîstîk" êrişî baregeheke wan a li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatiye kirin.

Endamê Serkirdayetî û Berpirsê Peywendiyan ê PAKê Edîb Xalîdiyan, ji Rûdawê re got, "Îro bi 3 mûşekên balîstîk êrişî baregeha me ya PAKŞARê ya li nêzîkî Balîsanê hate kirin."

Li gorî gotina Xalîdiyan, di vê êrişê de Pêşmergeyekî wan birîndar bûye.

Ji destpêkirina şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibatê) ve, bi zêdetirî 590 dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Beşek ji van êrişan li ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Herêma Kurdistanê bûn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin