Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne

Nûrî Şêxo: Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne

.

A+A-

Muhammad Issa 

Hevserokê Encumena Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê Nûrî Şêxo got, “Lihevkirina bi Şamê re didome, metirsiya binpêkirina wê ji aliyê derveyî heye. Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê yan tiştê ku xeterekê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdike tune.”

Nûrî Şêxo ragihand ku lihevkirina di navbera wan û hikûmeta Sûriyeyê de ya ku meha nîsanê hatibû îmzekirin didome lê metirsî heye ku dibe ku ji aliyê derveyî ve bi rêya "alavên navxweyî" were binpêkirin.

Wî ji Rûdawê re diyar kir ku erkê ewlehiya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê spartine hêzên Asayîşê, di heman demê dezgehên hevbeş bi ewlehiya giştî re wan taxan ji derve diparêzin.

Şêxo got, heta niha nêzî 260 kesî ji girtî û zindaniyên her du aliyan hatine berdan.

Amaje bi wê yekê jî kir ku bi hezaran girtî hene, piraniya wan sivîl in û di girtîgehên komên "Artêşa Niştimanî" yên ku beşek in ji Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ne.

Nûrî Şêxo helwesta Tirkiyeyê li hemberî Rojavayê Kurdistanê wiha nirxand:

“Tirkiyeyê helwesta xwe ragihand, ma çi eleqeya Tirkiyeyê bi karê Sûriyeyê re heye? Gelo Sûriye bûye wîlayeteke girêdayî Tirkiyeyê da ku ew ferman û gotarên li ser ewlehiya neteweyî bide? Yanî yekîtiya Kurdan gef e li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê? Ji yekîtiya Kurdan ti gef li ser ti dewleta cîran tune.

Em radigihînin û ji Tirkiyeyê re dibêjin: ‘Hûn dewleteke cîran in, ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê yan tiştê ku xeterekê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdike tune.’"

Wî diyar kir ku Kurd parçebûna Sûriyeyê naxwazin û got, “Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin û dewleteke federal a sivîl.”

Hevserokê Encumena Taxên Eşrefiye û Şêx Meqsûdê yên Helebê Nûrî Şêxo pirsên Edîtorê Beşa Erebî ya Rûdawê Mihemed Îsa bersivandin:

Rûdaw: Rêkeftina Helebê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta Sûriyeyê de derbarê taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de bi lezeke bilind ket warê bicihanînê, piraniya 14 xalên wê hatin bicihkirin. Lê piştî Konferansa Yekîtiya Kurdan a li Qamişloyê û redkirina encamên wê ji aliyê Şamê ve, hat gotin ku rêkeftin hatiye rawestandin. Gelo bi rastî rêkeftina di navbera we û Şamê de hatiye rawestandin? Guherînên li qada Sûriyeyê lezgîn in.

Nûrî Şêxo: Guherînên li qada Sûriyeyê lezgîn in û bê guman, ev guherîn bandorên hem erênî û hem jî neyînî çêdikin. Rewşa Sûriyeyê aloz û ne aram e, ji ber ku bi sedema destêwerdanên derve astengî tên derxistin li hemberî çareserkirina pirsgirêkên dewleta Sûriyeyê.

Rêkeftina ku di rojên borî de, yan di 3 mehên borî de, li ser Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di navbera me û Hikûmeta Sûriyeyê de çêbû, bi rêya hevdîtinên lezgîn û li dû hev pêk hat, ji bo hevahengiyê di navbera her du aliyan de bi armanca çareserkirina vê pirsgirêkê. Hîn jî hevdîtin hene û di navbera me û Hikûmeta Sûriyeyê de nesekinîne.

Lê hinek destêwerder di karûbarên Sûriyeyê de û hinek sûdwergir ji qeyrana Sûriyeyê hene û hinek kom jî hene ku ji hikûmeta Şamê derketine li deverên din, wekî li Efrîn û deverên Şehbayê ku hewl didin ku navê rêkeftinê reş bikin yan jî xelkê şaş bikin derbarê rêkeftina ku hatiye îmzekirin û bi rêya medyaya civakî peyamên şikestina rêkeftinê belav dikin. Şikestinek di rêkeftinê de çênebûye û hevdîtin hema bêje rojane û heftane di meşê de ne.

“Ev kom û dewlet naxwazin rêkeftinek di navbera Sûriyeyiyan de hebe”

Rûdaw: Nexwe, rêkeftina di navbera we û Şamê de derbarê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê de hîn jî di meşê de ye lê wekî we got, hin alî hene ku hewl didin vê rêkeftinê asteng bikin. Gelo mirov dikare van aliyan bi nav bike, ma ew kom in, kesayetî ne yan dewlet in?

Nûrî Şêxo: Rewşa Sûriyeyê di heyama 14 salan de -ji bo em rewşa Sûriyeyê baş fehm bikin- çawa dihat birêvebirin û çawa mixalefet ji bo rûxandina desthilatê guherî û bû amûrekî di destê dewletên derve de, û armanca sereke hat şikandin û bûn rojeva dewletên derve.

Li vir, ji bo ku em objektîv bin, rêkeftinên ku li qada Sûriyeyê pêk tên û ya yekem rêkeftina di navbera bakurrojhilatê Sûriyeyê û hikûmeta Şamê de, erênî bûn û wêneyekî zelal da her kesê ku li vê nêzîkbûnê geşbîn bû li beramberî kesên ku jê sûdê nabînin.

Şerekî medyayî û qerebalixeke medyayî li ser medyaya civakî û televizyon û radyoyan heye derbarê rawestandina van danûstandinan de, lewra ew dixwazin bi vê yekê bandorê li raya giştî ya Sûriyeyê û raya giştî ya Kurdî li Sûriyeyê bikin û bêguman ev kes bi pere dixebitin, yan jî wekî ku tê gotin Artêşa Azad, ku bûne rêbir û amûrên di destê dewletên derve de û amûra têkdana aramiya Sûriyeyê di destê Tirkiyeyê de.

Divê em xalên bingehîn diyar bikin da ku raya giştî agahdar bibe. Bê guman ev kom û dewlet naxwazin rêkeftinek di navbera Sûriyeyiyan de hebe, lewra ew her tim di warê ragihandinê de dest tê werdidin ji bo ku rewşê li ser civaka Sûriyeyê şêlû bikin û bandorê li hest û geşbîniya wan bikin, ji bo derbaskirina rojeva ku rewşa aramiya Sûriyeyê têk bide.

Ev Sûriyeyî ne lê girêdayî derve ne. Rêkeftin hîn berdewam dikin. Em hêvî dikin ku gaveke din biavêjin da ku hêviyek bidin gelê Sûriyeyê ji bo jiyaneke birûmet û bi vî rengî divê em dan û standinan bikin û geşbîn û wêrek bin û ji ti rêkeftinan netirsin yan jî neramin. Hinek xal hatine bicihanîn, hinek xal nîvî hatine bicihanîn û hinek xal hîn di qonax bicihanînê de ne.

“Em gihiştin rêkeftineke ku ji 14 xalan pêk tê”

Rûdaw: Em dê bên ser vê xalê. Rêkeftin ji 14 xalan pêk tê, piraniya van xalan hatine bicihanîn. Gelo hûn dikarin diyar bikin çi xal mane, yên ku nehatine bicihanîn û yên ku hatine bicihanîn?

Nûrî Şêxo: Piştî xebateke qenc di 3 mehên borî de, ji bo gihiştina encamên erênî, em gihiştin rêkeftineke ji 14 xalan pêk tê, ku 1ê Nîsana 2025an ji raya giştî ya cîhanî re hat ragihandin. Ev gaveke dîrokî bû li Sûriyeyê ji bo derxistina welêt ji tuneleke tarî ya ku tê de diçû û piraniya xelkê civaka Sûriyeyê bi vê yekê gelekî geşbîn bû.

Derbarê bicihkirina xalan de, anku em wan bêyî dabeşkirinê bi nav bikin lê xala yekem a ku rêkeftin li ser wê kir parastina û qebûlkirina taybetmendiya her du bajarokên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, wekî ku hatibû îmzekirin, ev xala herî girîng bû ji hemû xalan, tevî ku hemû xal girîng in lê parastina taybetiya her du bajarokan ku 500 hezar niştecih li wan hene, ji sedî 80yê wan Kurd in û her wiha di warên ewlehî û xizmetguzarî û parastina hevpar a li dora bajarokan de erênî û pir baş bû.

Hinek şêwe di navbera ewlehiya hundir (Asayîş) û ewlehiya giştî ya hikûmeta Sûriyeyê de hevdîtin çêbûn û niha bi hevahengî di navbera her du hêzan de parastina her du bajarokan ji destên xiyanetê tê kirin. Ev jî xaleke erênî bû û em dikarin bibêjin ku em bi hev re kar dikin ji bo xizmeta civakê. Derbarê îdarekirina karûbarên navxweyî yên di warê ewlehiyê de li her du taxan, ev di destê Asayîşê de ye, piştî ku erkên ku berê li ba hêzên leşkerî bûn ku ber bi bakurrojhilatê Sûriyeyê ve çûn, wergirtin.

Ew roj rojeke mezin bû û rojeke dîrokî bû. Rojek bû ku xelk tê de kom bû û gelek dirûşm hatin bilindkirin. Bi vî rengî, erka parastina her du taxan a ji 14 salan ve hat dayîn Asayîşê ku hêzên ewlehiya navxweyî ye. Ev kêlîkeke mezin bû.

Rûdaw: Nexwe, niha kî Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê diparêze? Hêzên hevpar di navbera Asayîş û hêzên ewlehiya giştî di nava bajarokan û derveyî wan de, ne wisa?

Nûrî Şêxo: Parastina di nav bajarokan de di destê Asayîşê de ye lê di çarçoveya derveyî de û ji bo ku em rê li ber kesên neyar yan jî xerabker yan jî fitnekar ên ku dixwazin tevlîheviyan çêkin bigirin, hêzeke hevbeş di navbera ewlehiya giştî û hêzên Asayîşê de heye ku Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê diparêze.

“Ew vekişîneke temam bû”

Rûdaw: Li ser hêz û yekîneyên leşkerî yên ku ji herêmê derketine, gelo hêzên mayî hene? Ji ber ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand ku wan hêzên xwe bi awayekî nîv-temam vekişandine û tê gotin ku tenê 1000 leşker vekişiyane, gelo hûn dikarin li ser vê mijarê biaxivin?

Nûrî Şêxo: Ew vekişîneke temam bû, vekişîna temam a wan hêzên leşkerî yên ku li wir bûn, herç end ku endamên wan ji xelkê her du taxan in û malbat û malên wan li wir hene.

“Divê em aramî û aştiya civakî ya Helebê bi tevahî biparêzin”

Rûdaw: Dema em behsa yekîneyên leşkerî dikin, ez dê fikareke ji nav xelkê Kurd bo we veguhêzim. Em niha li Sehnaya û Ceremaneyê şer û pevçûnan dibînin, yanî li nav civaka Kurdî fikar heye ku senaryoyeke wisa li taxên Kurdan ên Helebê ducare bibe. Gelo we garantî wergirtine? Hûn dê çawa xwe biparêzin eger metirsî li ser taxan çêbibe?

Nûrî Şêxo: Berî ku ez vê xalê zelal bikim. Bi rastî, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dîrokeke 13 salan a berxwedanê hene. Niştecihên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi xwe ev tax parastine û ew amade ne ku bi hemû derfetên heyî ji taxên xwe biparêzin.

Hêzên Ewlehiya Navxweyî (Asayîş) hene, ku ezmûnên wan ên 13 salan hene, ezmûnên mezin di vî warî de, lewma hêzek heye ku ji taxan biparêze. Helbet lihevkitinek heye, ez behsa lihevkitina di navbera her du serokan de dikim, Rêzdar Ehmed Şerê Serokkomarê Sûriyeyê û rêveberiya Meclisa Sivîl a Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê.

Em rêzê li van madeyan digirin û divê em aramî û aştiya civakî ya Helebê bi tevahî biparêzin. Yanî her tevliheviya aramiya her du taxan dê bandorê li tevahiya Helebê bike. Helbet fikar û tirs hene. Binpêkirin, destêwerdan, lîstik, tevlihevî, kuştina li ser nasnameyan û êrîş hene. Pirsgirêk hene û em her tim di pêwendiyê de ne da ku em ewlehiya taxan biparêzin. Her tim em di têkiliyê de ne, û heta vê qonaxê, heta niha, fikareke mezin tune, lê tirs hene. Em bi rastbînî biaxivin.

“Şêx Meqsûd û Eşrefiye her dem rastî gefên rejîmê dihatin”

Rûdaw: Yanî fikar li ser êrişê heye. Birêz Nûrî, eger em vegerin dawiya sala borî, we çawa karî pêşiya şerê di navbera we û koman de di operasyona "Bertekirina Êrîşkaran" de bigirin, ku piştî vê komên çekdar Şamê kontrol kirin û qonaxa guhertinê dest pê kir, we çawa pêşiya şerê di navbera hêzên xwe û komên çekdar de girt?

Nûrî Şêxo: Tiştê ku li Sûriyeyê qewimî bûyereke dîrokî bû, bê guman rejîma Beasê ya şovenîst ya ku ji 55 salan ve desthilat di dest de bû, di nav 11 rojan de rûxiya. Ji bo xelkê Sûriyeyê, bi taybetî ji bo xelkê Kurd ev rojeke mezin bû.

Lê Şêx Meqsûd û Eşrefiye her dem rastî gefên rejîmê dihatin û ji her alî ve dorpêçkirî bûn, ti xizmetguzarî nediçûn wan taxan, Firqeya Çaran li bendê bû û dema ku em behsa Firqeya Çaran dikin em behsa hikûmeta Sûriyeyê (ya berê) dikin.

Vî xelkî ji xwe parast, bi qasî tiliyekê jî paş ve gav neavêt, aramî û jiyana xwe ya normal û rêveberiya xwe ya xweser parast. Xelkê taxan xwe parast û piraniya xelkê taxan ji Efrînê ne û ji bo çend salan e ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dijîn, bêyî ku serî deynin. Piştî guherîna dramatîk a li qada Sûriyeyê di nav 11 rojan de, ku rejîma faşîst hat rûxandin û rejîmeke nû hat ku me nizanîbû dê ber bi ku ve biçe.

Bê guman tirs û hinek fikar ên xelkê hebûn ji ber ku ew rastî komkujiyan û kuştina li ser nasnameyan an jî li ser girêdanê hatibûn lê hewlên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hebûn, bi taybetî Ofîsa Têkiliyan ku em spasiya hewlên wan dikin û ev êriş hat rawestandin ku me nizanîbû dê bigihêje kû derê, şer li sînorên taxan hat rawestandin. Şer tundtir nebû.

Têkiliyên dîplomatîk bi dewletên Koalîsyonê re û rêxistinên navneteweyî hebûn. Bi rastî, rewş gelekî aloz bû û tirs hebû ku dê her du tax bibin qada şer an qada tolhildanê ji ber ku ji sedî 80yê niştecihên wan Kurd in.

Em ji van êrişan ditirsiyayn. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê bi hebûna hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî û HSD û MSDyê ku li sînorên taxan sekinîbûn, vê yekê pêşî li êrişê girt, û piştî vê ew bûn hevdîtin û ew tiştekî baş bû.

“Nîqaş li ser berdana girtiyên mayî çêbû”

Rûdaw: Eger em vegerin ser madeyên lihevkirinê, we li ser valakirina girtîgehan li hev kiriye. Gelo hîn jî girtiyên di girtîgehên her du aliyan de hene? An ev yek bi dawî bûye? Nûçe û gotegot hene li ser nakokiyan têkildarî girtiyên di girtîgehên komên Artêşa Niştimanî de ku niha di bin fermana Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de ne. Gelo ev gotin rast in?

Nûrî Şêxo: Helwesta her du aliyan li ser vê madeyê erênî bû derbarê valakirina girtîgehan. Gav hatin avêtin, di beşa yekem de hatina berdan zêdetirî 250 kesî ji her du aliyan, ev gaveke erênî û bibandor bû li ser xelkê Sûriyeyê û Kurd.

Duyem, piştî beşa duyem nîqaş li ser berdana girtiyên mayî çêbû lê hinek destêwerdanên ji derve hebûn, lewma bicihkirina vê madeya lihevkitinê bi dawî nebû û ji bo ku em rast bin û bi cidî bi vê mijarê re mijûl bibin, pêvajoya valakirina girtîgehan hat derengxistin. Ji aliyê me ve, wekî Meclisa taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê û hemû dezgehên Rêveberiya Xweser, em bi tevahî amade ne ku girtiyên her du aliyan berdin û girtîgehan vala bikin û ti pêwîstî tune ku em vê pêvajoyê dereng bixin.

Ji aliyê rêveberiyê ve û ji aliyê civaka Kurd û Rêveberiya Sivîl a Şêx Meqsûdê, em bi tevahî amade ne ku hemû girtî û dîlên her du aliyan berdin da ku em careke din hêviyê bixin nav xelkê Sûriyeyê. Li ser vê mijarê ku hîn bi dawî nebûye nîqaş hene. Di hin ragehandinên medyayê de ew rastiyê diçewisînin û nûçeyên derew belav dikin da ku ruhiyeta xelkê Sûriyeyê bişikînin. Em amade ne.

“Di destê wan de nêzîkî 3-4 hezar girtiyan hene”

Rûdaw: Niha çend dîl û girtî bi we re hene û di heman demê de bi texmînî çend dîl û girtiyên we li aliyê din hene?

Nûrî Şêxo: Ez ne desthilatdar im ku hejmareke rast a dîlan bidim.

Rûdaw: Gelo hejmara wan bi sedan e an bi dehan e?

Nûrî Şêxo: Bi sedan e. Li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê di girtîgehên komên "Artêşa Niştimanî" de nêzîkî 3-4 hezar girtiyan hene ku piraniya wan sivîlên Kurd in. Li aliyê din, hejmara girtiyên wan ên li cem me ji 100 kesî derbas nabe. Înşalah di demeke kin de ev astengî dê bê çareserkirin û em dê vê pirsgirêkê ji holê rakin. Em her tim amade ne.

“Em amade ne ku hemû girtiyan berdin”

Rûdaw: Yanî niha 250 girtî ji her du aliyan hatine berdan...

Nûrî Şêxo: Hinekî zêdetir, nêzîkî 260 kesî ne, ji ber ku min hejmar bi awayekî rast ji ber nekiriye lê em amade ne ku hemû girtiyên xwe berdin û girtîgehan vala bikin. Em her tim amade ne.

Bila em realîst bin, ez her tim dibêjim ku sedema astengkirina vê lihevhatinê, helwesta qels a hikûmeta Sûriyeyê ye ku ji aliyên derve re serî ditewîne. Em amade û xurt in ku gavên mezin biavêjin.

Em amade ne. Ji ser vê mînberê em dibêjin hemû dewletên ku destwerdana Sûriyeyê dikin: "Sûriyeyiyan ji Sûriyeyiyan re bihêlin. Em dikarin nîqaş bikin û hev fêm bikin, bidin û bistînin, tiştê ku xizmeta vî welatê hezkirî dike. Dev ji destwerdanê berdin. 14 sal bes in. Bi sedan hezar kuştî û bi deh milyonan koçberên bi zorê bes in, bihêlin Sûriyeyî pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin."

“Ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê nîne”

Rûdaw: Hûn beşdarî konferansa yekîtiya Kurdan a li bajarê Qamişloyê bûn. Piştî wê me helwesteke redker a ji Şam û Enqereyê dît. Gelo bi dîtina te dibe ku ev konferans bandorê li berdewamiya lihevhatina di navbera we de bike?

Nûrî Şêxo: Lihevhatina Kurdan gaveke mezin û girîng bû ji bo gelê Kurd bi taybetî û gelê Sûriyeyê bi giştî. Ew cara yekem e ku ev gava dîrokî û cesûr di 100 salên borî de hatiye avêtin. Ev nivîsandina dîrokê ye ji nû ve. Me sûd ji dîroka xwe ya çûyî wergirt. Me bihayê 100 salî da, îro em nahêlin û destûrê nadin ku 100 salên din jî derbas bibin û em bihayê milyonan qurbanî bidin.

Lihevhatina Kurdan û Kurdan di pileya yekem de, sûdmendê wê bi giştî Sûriye ye. Kurd li Sûriyeyê nikarin gavan biavêjin bêyî ku dewleta Sûriyeyê li ber çavan bigirin. Em Sûriyeyî ne, Kurd di pileya yekem de Sûriyeyî ne û di pileya duyem de em Kurdên Sûriyeyî ne. Sûriye ji bo Kurd, Ereb, Asûrî, Suryan û Kildanan e.

Ji ber vê yekê bila kes li ser me jîr nebe û şanogeriyê neke û nebêje ku em dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ez nizanim çima ev propaganda tên belavkirin. Ev ti fêdeyê nade xwedîyê propagandayê jî. Helbet min xwest girîngiya vê rojê tekez bikim, ew rojeke mezin bû. Ez her tim vê dibêjim.

Me sûd ji ezmûnên ku me di wan de bi hezaran şehîd dane wergirt û lihevhatina dîrokî hate encamdan ku encama berxwedana 60-70 salên borî bû. Ev di konferansa ku di rojên borî de pêk hat û ji raya giştî re hate ragihandin, bi awayekî mezin xuya bû.

Xala duyem, divê em bi awayekî baş bixwînin û bi zimanê xwe û mejiyên xwe yên Sûriyeyî bixwînin. Bersiva ku hat, di nav rojekê de amade bû, ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hat derxistin. Yanî tawanbarkirin ti fêdeyê nade, em di qonaxeke çarenûsî de ne. Diviyabû daxuyanî di xizmeta gelê Sûriyeyê de be û ji derve re hincetan nede.

Tirkiyeyê helwesta xwe ragihand, ma çi eleqeya Tirkiyeyê bi karê Sûriyeyê re heye? Gelo Sûriye bûye wîlayeteke girêdayî Tirkiyeyê da ku ew ferman û gotarên li ser ewlehiya neteweyî bide? Yanî yekîtiya Kurdan gef e li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê? Ji yekîtiya Kurdan ti gef li ser ti dewleta cîran tune.

Em radigihînin û ji Tirkiyeyê re dibêjin: "Hûn dewleteke cîran in, ji aliyê me ve ti gef li ser axa Tirkiyeyê yan tiştê ku xeterekê ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê çêdike tune." Em Sûriyeyî ne, em hewcedarê yekîtiyê ne, em hewcedarê yekîtiyê ne da ku em vê yekîtiya di navbera Kurdan de bikin yekîtiya di navbera hemû Sûriyeyiyan de. Ev mijar ji aliyê ragihandinê ve hate bikaranîn da ku hemû jehrên di destê wan de heyî di rêya teşwîqa tundiyê û kuştina navxweyî de belav bikin, û em vê red dikin.

Me ti carî qebûl nekiriye û qebûl nakin ku Sûriye bê parçekirin, çi qasî biha jî bibe. Em Sûriyeyî ne, em in yên ku Sûriyeyê diparêzin lê rê yan sîstemên birêvebirina karên mirovan hene, da ku demokratîk be, da ku civaka Sûriyeyê bi hemû rengên xwe beşdar be. Yanî yek reng çareseriyê nade, berevajî krîzê zêdetir dike.

“Em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin”

Rûdaw: Parastina taybetiya Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, gelo ev rê ji bo nenavendîtiyê li Sûriyeyê vedike ku daxwaza konferansa Kurdî ye û her wiha hûn piştgiriya guhertina destûrê dikin?

Nûrî Şêxo: Parastina taybetmendiyê gaveke baş bû. Erê helbet, em Sûriyeyeke nenavendî dixwazin û dewleteke federal a sivîl. Yanî Sûriye, me di 50 salên desthilata Partiya Baas a Erebî ya Sosyalîst de ezmûn kir, bihayê wê bi hezaran û milyonan kuştî û birîndar bûn û wêrankirina serwet û samanên welêt ên li ser rû û di bin rûyê erdê de û Sûriye ji civaka navneteweyî hat dûrxistin.

Em careke din ezmûna ku me berê ceribandiye ducare nakin. Nikare Sûriye bi yek reng yan bi yek ziman yan bi yek alayê bê birêvebirin. Sûriye demokratîk e, yanî eger Sûriye nebe Sûriyeyeke demokratîk a sivîl û federal, nikare jiyan ji bo Sûriyeyiyan hebe.

Em dizanin dewleta navendî çawa bi mirovan re tevdigere. Li Cizîrê, heta Dêrezor û Reqayê binêrin, hemû dewlemendî û samanên van herêman gelekî mezin bûn lê gava tu diketî van herêman tu dibînî cihên gelekî paşdemayî bûn, wekî ku temenê wan sedsalek bû, hemû serwet û samanên vî welatî hatin dizîn. Em ducare nakin, divê em her dem heman şaşiyan ducare nekin.

“4 dibistanên bi zimanê Kurdî hene”

Rûdaw: Li ser sektora perwerde û ezmûnên wezaretê yên ku nêzîk in çi heye? Hûn dê bibin bi Rêveberiya Xweser ve girêdayî yan bi hikûmeta Sûriyeyê ve? Ev ji aliyekî ve. Ji aliyê din ve, kî dê meaşê hêzên ewlehiyê û kadroyên îdarî li her du taxên Kurdî bide? Hikûmeta Sûriyeyê yan Rêveberiya Xweser?

Nûrî Şêxo: Li ser perwerdeyê, ez dikarim şîrove li ser her du taxan bikim, niha 4 dibistanên bi zimanê Kurdî hene û di nav wan de dersên bi zimanê Erebî hene,û 10 dibistanên fermî hene ku di nav wan de jî dersên bi zimanê Kurdî hene. Rêkeftin di navbera Birêz Şer û General Mezlûm Ebdî de hatiye kirin ku komîte bên avakirin da ku kar û barên xwe heta dawiyê bidomînin.

Ev komîte dê salekê bixebitin lê hîn fêrkirina bi zimanê Kurdî heye. Li ser mijara aborî, em dizanin hikûmeta Sûriyeyê ji aliyê aborî ve, ti pere di destê wan de tune, di rewşa rawestana saziyên dewletê de, loma peydakirina aboriya me hîn ji Rêveberiya Xweser e.

Rûdaw: Gelo dibistanên Kurdî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dê ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve bên naskirin an na?

Nûrî Şêxo: Hevoka "parastina taybetiya pêkhateyên Kurdî di nav her du taxan de" di lihevhatinê de, naskirinek e.

“Divê gelê Efrînê vegere Efrînê”

Rûdaw: Li ser Efrînê çi heye? Tê gotin ku ev lihevhatin rê ji bo lihevhatineke li ser Efrînê jî vedike, her wiha Mesûd Betal wekî berpirsê herêma Efrînê hatiye destnîşankirin ku bi eslê xwe Kurd e û yek ji îmzekirên belgeya lihevhatinê di navbera we de ye. Hûn çawa şîrove dikin?

Nûrî Şêxo: Mijara Efrînê bi Birêz Parêzgarê Helebê û hêzên ewlehiyê yên li Helebê re hat nîqaşkirin. Divê gelê Efrînê vegere Efrînê. Mirov nikare qebûl bike ku li nava welat e lê koçber e û milk û malê wî di bin destê kesên din de ne.

Peyamek (ne nivîskî) ji rêveberiya parêzgehê hat şandin. Ji bo vegera gelê Efrînê, nîqaş li ser avakirina komîteyekê ji mezinên Efrînê ji Cizîrê ber bi Helebê ve hat kirin. Komîteyek ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve heye û Birêz Mesûd Betal beşdarî civînê bû da ku gelê Efrînê vegere malên xwe, li ser prensîban lihevhatin çêbû, ji ber ku hewceyî nîqaşê bi Serokkomarê Sûriyeyê yan berpirsê dosyeya Efrînê re heye.

Hîn gef li Efrînê ji aliyê ewlehiyê ve hene û binpêkirin her roj çêdibin û êrişkirin û talan ji aliyê hin çeteyên li wir yan tiştê ku jê re dibêjin Artêşa Niştimanî hene. Ji bo vegera gelê Efrînê, divê bi rûmet vegerin, paşê rêveberiya Ewlekariya Giştî û hikûmeta Sûriyeyê berpirsyariya ewlekariya Efrînê bigire ser xwe da ku rewş bi awayekî ewle be bêyî ti tirsan, ev yek bi rêya beşdariya şêniyên Efrînê di Ewlehiya Giştî de û parastina aramiya herêmê. Ji aliyê rêveberiyê ve, meclîsek heye, divê gelê Efrînê xwe bi xwe bi rê ve bibe.

Rûdaw: Kengî tê xwestin ku ev lihevhatina li ser Efrînê bê bicihkirin?

Nûrî Şêxo: Ev girêdayî bicihanînê ye, divê em bigihîjin encamekê bi bicihanîna pratîkî li ser erdê, ne bi tenê gotin bin. Divê hemû kom ji Efrînê derkevin û hemû milk û mal ji xwediyên wan re bên vegerandin, û ewlehiya Efrînê bikeve ser milê gelê wê û her wiha rêveberiya herêmî û meclîs. Loma divê hikûmeta Sûriyeyê bi dilfirehî van xalan qebûl bike, ji ber ku ne mumkin e yek ji Hisîça yan yek ji Şamê bê Efrînê bi rê ve bibe, ev helbet ne dadperwerî ye.

 

RÛDAW 

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin