Nûnerê YEyê, ji bo danûstandinên peymana atomî serdana Tehranê dike

Nûnerê YEyê, ji bo danûstandinên peymana atomî serdana Tehranê dike

.

A+A-

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku rêvebirê danûstandinên peymana atomî yên Yekîtîya Ewrupa (YE) dê serdana Îranê bike.


Reutersê ew agahî spartin çavkaniya medya Îranê ya nîv-fermî Nour Newsê û li gor Nour Newsê, rêvebirê danûstandinên peymana navokî yên YEyê Enrique Mora dê sibê Sêşemê serdana Tehranê bike.


Medya Îranê dide zanîn ku di hevdîtinên li Vîyana de hin pirsgirêk nehatine çareser kirin û Mora û karbidest û rayedarên Îranê dê ser wan mijaran danûstandinê bikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin