
Nizar Amêdî bû Serokkomarê Îraqê
.
Namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Nizar Amêdî wekî Serokkomarê Îraqê hat hilbijartin.
Nizar Amêdî di gera duyem a hilbijartinên li parlamentoyê de piraniya dengan bi dest xist.
Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) beşdarî dengdanê nebû.
Di gera yekem a hilbijartinên Serokkomariya Îraqê de ti namzedî nekarî dengên pêwîst ango 220 dengî bi dest bixe.
Ji ber vê yekê hilbijartin ma gera duyem.
Hilbijartin ma gera duyem
Li gorî encamên gera yekem, Nizar Amêdî û Musena Emîn ji bo gera duyem wekî namzedên serokkomariyê man.
Nizar Amêdî di vê gerê de piraniya dengan bi dest xist û bû Serokkomarê Îraqê.
Hejmara dengan
Dengên ku her du namzedan bi dest xistine bi vî rengî ne:
Nizar Amêdî: 227 deng
Musena Emîn: 15 deng
Dengên betal: 7 deng
Di gera duyem a hilbijartina serokkomariyê ya li parlamentoyê de 249 parlamenter amade bûn.
Di gera yekem de 252 parlamenter ji bo dengdanê amade bûn.
RÛDAW

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin