
Nexweşxaneyên Efrînê bi xwînê divêt
Hate ragihandin ku ji ber kêmbûna xwînê ji neştergeriyê re, welatiyên Efrînê berên xwe didin nexweşxaneyan û xwîna xwe dibexşînin. Welatiyek jî dibêje, her pêwîstî bi xwînê hebe ew amade ne xwîna xwe bibexşînin.
A+A-
Artêşa Tirkiyê ji 20ê meha bûrî ve bi fermî dest bi êrîşa li dijî Efrînê kir û ta niha ji ber wê êrîşê zêdetir ji 170 welatiyên sivîl şehîd bûne û nêzîkî 650 kesî birîndar bûne.
Ji ber kêmbûna xwînê ji neştergeriyê re, welatiyên Efrînê berên xwe didin nexweşxaneyan û xwîna xwe dibexşînin.
Welatiyek jî dibêje, her pêwîstî bi xwînê hebe ew amade ne xwîna xwe bibexşînin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin