
Neteweyên Yekbûyî: Divê li Sûriyeyê lêpirsîn ji bo hemû aliyan hebe
.
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku bingeha lêpirsîna li ser sûcên borî tenê aliyên têkçûyî nagire, divê hikûmeta nû ya Sûriyeyê û her aliyê din ê serkeftî yê nakokiyan jî li xwe bigire.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq doh ji Rûdawê re diyar kir ku serkeftina leşkerî yan siyasî ti aliyî ji cezakirinê rizgar nake.
Farhan Haq pirsa me ya bi rengê "Gelo Sekreterê Giştî di wê baweriyê de ye ku divê lêpirsîn ji bo wan kesan jî hebe ku di nakokiyên xwe de bi ser dikevin, wekî mînak hikûmeta nû ya Sûriyeyê, yan lêpirsîn tenê ji bo aliyên têkçûyî ye?" wiha bersivand:
"Bê guman, divê lêpirsîn ji bo hemûyan hebe. Her kesê ku berê sûcên hovane kiribin, divê derkevin pêşberî dadgehê."
Daxwaza Antonio Guterres
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî amaje bi wê yekê kir ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di çarçoveya hewlên xwe yên ji bo çespandina dadperweriyê de, tenê berî çend rojan di serdana xwe ya li Sûriyeyê de, bi zelalî daxwaza lêpirsîna ji bo hemû wan aliyan kir ku destê wan di sûcên borî de hebûye.
Sûriye di qonaxeke nû ya siyasî û guherîna desthilatê de ye û rêxistinên navneteweyî û çavdêrên mafên mirovan dilgiran in ku zêdebûna bala li ser avakirin û aramkirina hikûmeta nû ya li Şamê, bibe sedema piştguhkirina wan sûcên ku di salên borî yên şerê navxweyî de hatine kirin.
"Bêyî lêpirsînê aştî pêk nayê"
Li hêla din, Neteweyên Yekbûyî bi rêya mekanîzmayên cuda yên wekî "Komîteya Lêkolînê ya Navneteweyî ya li ser Sûriyeyê", belgeyên binpêkirinan diparêze.
Farhan Haq diyar kir ku rewayiya her desthilata paşerojê, bi rêzgirtina li mafên mirovan û cezakirina berpirsyarên kuştin û şkenceyê ve girêdayî ye çimkî li herêmê bêyî lêpirsînê aştiyeke mayînde pêk nayê.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin