
Netanyahu Komkujiya Ermeniyan nas kir
.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, di dîroka welatê xwe de cara yekem komkujiya ku Împaratoriya Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekem de li dijî Ermen, Yunan û Asûriyan pêk anîbû, wekî komkujî nas kir.
Benjamin Netanyahu di podcasta Patrick Bet-Davidê Ermenî de axivî.
Netanyahu li ser pirsa gelo Îsraîlê komkujî nas kiriye an na got:
“Ez bawer dikim me kiriye. Ez bawer dikim Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) di vî warî de biryarek derxistiye."
Lê belî heta niha ti yasayeke bi vî rengî ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye derxistin.
Dema jê hat pirsîn ku çima heta niha ti serokwezîrekî Îsraîlê ev komkujî nas nekiriye, Netanyahu bersiv da, “Ez bi xwe amade me vê yekê bibêjim. Min niha nas kir. Ferman.”
Ermenistan hewl dide ku kuştinên sîstematîk ên ku di encamê de nêzîkî 1,5 milyon kes mirin, li qada navneteweyî wekî nîjadkujî bê naskirin.
Lê Tirkiye bi awayekî tund îdiayên ku kuştin û koçberkirina bi zorê ya bi sed hezaran Ermeniyan wekî nîjadkujî bi nav dike, red dike.
Helwestên guherbar
Îsraîla ku yek ji hevkarên bazirganî yên sereke yên Tirkiyeyê ye, demeke dirêj e ku bi vê mijarê re mijûl e û xwe ji binavkirina hovîtiyên destpêka sedsala 20î wekî komkujî dûr digirt.
Di sala 2001ê de, Wezîrê Karên Derve yê wê demê Şîmon Peres tiştê ku wekî "îdiayên Ermeniyan" bi nav kiribû, bi awayekî kategorîk red kiribû.
Wî gotibû, "Îsraîl hewldanên avakirina wekheviyê di navbera Holokost û îdiayên Ermeniyan de red dike."
Lê belê, di sala 2000î de, Wezîrê Perwerdeyê yê wê demê Yossi Sarid ê ji partiya çepgir a Meretzê ragihandibû ku ew plan dikin komkujiya Ermeniyan bixin nav mufredata dîrokê ya Îsraîlê.
Piştî yanzdeh salan, endamekî partiya rastgir a tund a Yekîtiya Neteweyî pêşnûmayasayek pêşkêş kir ku 24ê Nîsanê wekî roja bîranîna fermî ya komkujiyê were ragihandin.
Her çiqas Knessetê (Parlamentoya Îsraîlê) yekem nîqaşa xwe ya li ser naskirina komkujiyê li dar xist û piranî alîgirê wê xuya dikir jî, mijar di dawiyê de nehat dengdanê.
Serokê berê yê Îsraîlê Reuven Rivlin ku wekî parêzvanê naskirinê dihat zanîn, di dema serokatiya xwe de xwe ji avêtina her gaveke fermî, di nav de nûkirina îmzeya xwe ya li ser daxwaznameyeke salane ya ji bo naskirinê, dûr girt.
Di sala 2018an de, dengdana Knessetê ya ji bo naskirina Komkujiya Ermeniyan ji ber nebûna piştgiriyeke têr ji koalîsyona desthilatdar hat betalkirin.
Helwesta Tirkiyeyê
Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşan da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Netanyahu ji ber rola xwe ya di komkujiya li dijî gelê Filistînê de tê darizandin.
Ew hewl dide sûcên ku wî û hikûmeta wî kirine veşêre. Em vê daxuyaniya ku bi rastiyên dîrokî û hiqûqî re li hev nake, şermezar dikin û red dikin."
Her wiha, Enqereyê demeke dirêj e red dike ku ev komkujî li gorî qanûnên navneteweyî wekî komkujî were pênasekirin.
Di nirxandineke fermî ya ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hatibû weşandin, welat salên dawî yên Împaratoriya Osmanî wekî "demsaleke trajîk ji bo gelê xwe" bi nav kir û got, "Tirk, Ermenî û yên din gelek êş kişandin."
Di nirxandinê de hat gotin ku "divê bîranîna hemû canên ku ji dest çûne bi rêzdarî were bibîranîn," lê hat îdiakirin ku nêrîna Ermeniyan a li ser dîrokê "tenê êşên Ermeniyan hildibijêre, bi gelek awayan kurt dike û wekî komkujî nîşan dide."
Tirkiye îdia dike ku "di salên beriya şer û di dema şer de gelek Tirkên din mirin an hatin kuştin" û amaje dike ku ti delîleke teqez ji bo piştgirîkirina îdiaya "plana bi zanebûn a hikûmeta Osmanî ya ji bo tune kirina Ermeniyan" tune ye.
Di vê navberê de, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê meha Nîsanê daxuyaniyek belav kir û banga xwe ya ji bo piştgirîkirina asayîkirina pêwendiyan bi Erîwanê re dubare kir û her cure pênasekirina bûyerên 1915an ku "rastiyên dîrokî û qanûnên navneteweyî berovajî dikin" bi awayekî kategorîk red kir.
Tevî redkirina Tirkiyeyê ya ji bo naskirina komkujiyê wekî komkujî, bi armanca asayîkirina pêwendiyên di navbera her du welatan de gelek gerên dan û standinan hatine lidarxistin.
Di Kanûna Pêşîn a 2021ê de, Tirkiyeyê balyozê xwe yê berê yê li Washingtonê Serdar Kiliç wekî nûnerê xwe yê taybet ji bo danûstandinên asayîkirinê bi Ermenistanê re destnîşan kir.
Ruben Rubinian jî ji aliyê Ermenistanê ve wekî hevtayê wî hat tayînkirin.
Di nîvê Adarê de, Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşînyan di konfêranseke çapemeniyê de li Yerevanê gotibû ku asayîkirina pêwendiyên di navbera welatê wî û Tirkiyeyê de "bûye meseleyeke demê".
Naskirina komkujiyê li cîhanê
Mijara naskirina komkujiyê wekî komkujî hîn jî bi nakokî ye. Uruguay di Nîsana 1995an de bû welatê yekem ku kuştin wekî komkujiya Ermeniyan nas kir.
Heta îro, tenê 34 hikûmetên cîhanê komkujiya Ermeniyan wekî komkujî nas dikin.
Amerîkayê heta ku serokê berê Joe Biden di sala 2021ê de dest bi kar kir, naskirineke fermî pêşkêş nekir.
Wê demê, ev gav bû sedem ku Tirkiye balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê gazî bike da ku vê guhertinê şermezar bike.
Di cîhana Ereban de, tenê Sûriye û Libnan - du welatên ku bi sed hezaran welatiyên wan bi eslê xwe Ermenî ne - komkujiyê nas dikin.
Li Ewropayê, ji bilî Spanya û Brîtanyayê, piraniya welatan komkujî nas kirine.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin