Neşet Zaza: Şert û merc ji bo hilbijartinên Rêveberiya Xweser peyda nebûne

Neşet Zaza: Şert û merc ji bo hilbijartinên Rêveberiya Xweser peyda nebûne

.

A+A-

Siyasetmedarekî Rojavayê Kurdistanê li ser hilbijartinên Rêveberiya Xweser dibêje, Rêveberiya Xweser li ser asta siyasî, ewlehî û xizmetguzarî zemîna hilbijartinan amade nekiriye û ev hilbijartin di vê dema niha de, ne di berjewendiya gelê herêmê de ye.

Biryar e Rêveberiya Xweser roja 11ê Hezîranê hilbijartinên şaredariyan li navçeyên xwe bike. Li ser vê mijarê jî siyasetmedar Neşet Zaza ji K24ê re got: “Li hemû welatên cîhanê dema bixwazin hilbijartinan bikin, şert û mercên wê amade dikin, lê niha şert û merc ji aliyê Rêveberiya Xweser ve nehatine amadekirin.”

Zaza got: “10 sal in Rêveberiya Xweser li ser asta siyasî, îdarî û aborî têk çûye. Li ser asta siyasî, ev rêveberî dostê rêjîmê ye, lê heta niha jî nekariya xwe bi rêjîmê bide qebûlkirin. Herwiha li ser asta herêmî û navdewletî jî nekariya xwe bide qebûlkirin. Li ser asta leşkerî jî, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî ne di destê Rêveberiya Xweser de ne. Li ser asta xizmetguzariyan jî, ne av, ne elektirîk, ne sotemenî heye. Li ser asta ewlehiyê jî, aramî ji bo hilbijartinan tune ye. Rêveberiya Xweser dixwaze bi van hilijartinan kêmasiyên xwe veşêre.”

Herwiha got jî: “Ji Kobanê û heta herêma Cizîrê rêjîma Sûriyê di salên 70î yên sedsala borî de, projeya Çempera Erebî lê cibicî kir, rewşa vê herêmê wek ya Kerkûkê ye, pêwîstiya wê bi çareseriyeke siyasî heye, ev herêmên kurdî ne û rêjîmê ereb lê bicih kirin, eger çareseriyeke siyasî lê cibicî nebe, hilbijartinên lê nayê kirin.”

Amaje bi wê yekê kir jî: “Ji ber rewşa şerê li Sûriyeyê a ji 13 salan ve, nêzîkî 3.5 milyon koçberên Sûrî li herêmên me bicih bûne. Rêveberiya Xweser jî rê mafê dengdanê daye koçberên ku ji 5 salan ve hatine, ev jî ne di berjewendiya xelkê herêmê de ye û dikeve xizmet guhartina demografiya herêmên kurdî.”

Nûçe: K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin