Neşet Zaza: Kiryarên şewitandina nivîsgehan nayê qebûlkirin

Neşet Zaza: Kiryarên şewitandina nivîsgehan nayê qebûlkirin

.

A+A-

Di demên dawiyê de êrîşên li beranberî nivîsîngehên ENKS û PDK-Sê zêde bûne, Serokê Nivîsîngeha Karûbarên Xwecihî yên ENKSê jî radigehîne, “Ev kiryarên wan nakevin xizmeta çi kesekî, ji bilî xizmeta dijminên miletê Kurd”.

Serokê Nivîsîngeha Karûbarên Xwecihî yên ENKSê Neşet Zaza ji Tirbespiyê îro (Yekşem, 10.03.2024) ji K24ê re ragehand, “Berî sê salan jî ev kar û kiryar bi vî rengî berdewam bûn, lê danûstandin di bin çavdêriya Amerîkayê de hatin û ew danûstandin bûn sedema rêgirtinê li pêşiya van kiryaran”.

Serokê Nivîsîngeha Karûbarên Xwecihî yên ENKSê herwesa got, “Mixabin ev kiryar ji 1ê meha Adarê ve dubare tên kirin, li roja 1ê Adarê li Kobanê êrîşî ser nivîsîngeha ENKSê hat kirin, ku endamên wê dixwast Barzaniyê Nemir bibîr bînin, paşî li Derbêsiyê û herwesa li her du nivîsîngehên Amûdê û niha jî li nivîsîngeha PDK-Sê li Dêrikê”.

Neşet Zaza tekez jî kir, “Ev kiryarên wan nakevin xizmeta çi kesekî, ji bilî xizmeta dijminên miletê Kurd”.

Navbirî ron jî kir, “Ciwanên Şoreşger bi dehan caran kiryarên wesa li ber çavên asayîşa vê birêveberiyê kirine, lê asayîşê çi tiştek nekiriye û li pêşiya van kiryaran nebûye rêgir”.

Neşet Zaza herwesa got, “Ev jî tê wê manayê ku xelkê me yê mayî jî dê ji vê derê bar bike. Eger amareke durist bê kirin, belkî xelkê me 15% li ser cih û warên xwe nemaye. Eger ev kiryar berdewam bin, ên mayî jî dê bar bikin”.

Serokê Nivîsîngeha Karûbarên Xwecihî yên ENKSê amaje jî da, “Em 7ê vê mehê bi Amerîkayîyan re civiyan û me ji wan re got ku ev tişt nayên qebûlkirin. Balyozxaneya wan jî li roja 8ê vê mehê daxuyaniyek belav kir û ew kiryar şermezarkrin”.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin