Nêrîna min a li ser projeyên nasîn, piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê û çareserîkirina pirsgirêken Êzdiyên Bakurê Kurdistanê
Kemal Tolan
Bi dîtina min, eger hukumeta Tirkiyê birastî dixwaze bi projeyên piştgirîkirinê mafê Êzdîtiyê biparêze û pirsgirêken Êzdiyên li welat û yên dixwazin vegerine gundan çareserbike, divê ew hewilbidin ku, dest bi projeyên piştgirîkirina mafê nasîna Êzdîtiyê bikin û pirsgirêken Êzdiyên di nav welat de dijîn û yên dixwazin vegerine welatê xwe li hêviya çend çalekvanên „civaka Ezdayî ya Ewropa/Almanya“*2 yê ku, ji derve diçin“ nehêlin. Ew ji ba xwe destpêbikin, sedemên ku Êzdî di nav welatê xwe de hatine qirkirin, mal-milkên wan hatiye dagirkirin , koçberbûne û hatine dûrxistin , perwerdeya nasîna nasnama Êzdiyatiyê û hwd.di zanîngeha Mêrdîn , Dîclê û hwd. de bi fermî bidine naskirin. Rê û kanîlîzasiyona nav gundên Êzdiyan de tûne ne çêkin, navên cîh, war, kesayet û nîşangeh-ziyaretên Êzdiyan bi zimanê zikmakî(Kurmancî) bipejirînin. Derdora goristan û perestgehên Êzdiyan nûjenbikin , navên pêşiyên Êzdiyan yên navdar li kuçê û kolanênên bajar, rêyên diçine nav gundên Êzdiyan bikin, nehêlin hemwelatiyên wan bi Êzdiyan bikufirin, berhemên Êzdiyan bêne heram dîtin, bihêlin zarokên Êzdiyan di dibistanan de Êzdîtiyê bi zimanê ola xwe fêrbibin, Êzdî jî weke her olekê mafê netewe, çande û kevneşopên xwe bê astengî xwedîbikin, pêşbixînin û hwd.
Ez bawerim, gava hukumeta Tirkiyê van projeyên piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê biparêze, pêşbixîne û pirsgirêken Êzdiyên di nav welat de dijîn û yên dixwazin vegerine gundan bînine cîh, wê hingê bibînin bê Êzdiyên çewa bi temamî vegerine ser cîh û warên xwe !
Spas ji bo bang û piştevaniya „Serokê PWK Batmanê“*1. Ez ji projeyên nasîn, piştgirîkirina mafê Êzdîtiyê û çareserîkirina pirsgirêken Êzdiyan ku, çalekvanên „civaka Ezdayî ya Ewropa/Almanya“yê(*2) û berpirsyarên hukumeta Tirkiyê destpêkirine(*3) re serketinê dixwazim !
*Çavkanî:
YAZIYA ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin