Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondê ya Erdoğanî bibe

Nêçîrvan Barzanî dê beşdarî merasîma sondê ya Erdoğanî bibe

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan sibe diçe Tirkiyê. Barzanî dê di merasîma sondxwarina Erdogan de amade be.

A+A-

Li gor Rûdawê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî merasîma sondxwarina yasayî ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibe.

 

Serokomariya Tirkiyê dawetnameyekî fermî ji Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandiye da ku sibê tevî 38 serokên dewlet û serokwezîrên cîhanê beşdarî merasîma sondxwarina yasayî ya Recep Tayyip Erdogan bibe.

 

Biryar e sibe duşemê (09.07.2018) Erdogan weke Serokomarê Tirkiyê sonda yasayî bixwe û kabîneya xwe ya wezîran ragihîne û paşî dê navê wezîr û alîkarên serokomar eşkere bike.

 

Serokwezîr Barzanî  roja 2ê Tîrmehê di peywendiyeke telefonî de pîrozbahî li Serokomarê Tirkiyê Erdogan kiribû û di wê peywendiyê de têkîliyên herdu aliyan hatibû gotûbêjkirin.

 

 

Nêçîrvan Barzanî roja Çarşemê jî di civîneke çapemeniyê de ragihandibû, ku ew dê di demeke guncaw de serdana Enqereyê bike.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin