Nameyek ne ji kesî re

Nameyek ne ji kesî re

Beden wek dara di guldankê de ye tu bi hestên cuda av nedî demek paşê zuha dibe wek termek, dimeşe lê napirse kuda diçe, disekine lê nizane li ku ye, rûdinê lê dîsa diweste.

A+A-

Şerefhan Aydin

Şerê dil û mêjî…

Ez wisa zanim ku mirov an di demên xemgîn an jî di demên kêfxweş de name dinivîse. Niha ez kêfxweşim di vî kêliyê de, ji Wanê hatim malê û min dest bi nivîsandina vê nameyê kir.

Di jiyanê mirov de, pirî caran mirov ne li gor hişyariya dil, lê li gor daxwaza mêjiyê xwe biryar dide û gav diavêje. Lewre em zanin ku fermandarên bedena mirov dil û mêjî bihevre ne. Ew her du çi bêjin beden li gor wan tevdigere. Bi taybetî di piraniya jiyana me de jî bi giranî mêjî biryar dide û em li gor wî gav diavêjin. Ez lê hay bûm ku ji bo jiyanek bi wate, bextewar û aram divê dil û mêjî wek şirîkên hevpar tevbigerin ne wek du seriyê li dij hev. Pirî caran mêjî serdestiya xwe li ser dil nişan dide û mirov wek robotek dijî, giranî dide aqil. Li gor mêjî be divê min nenivîsanda, lê li gor dil ez fikirîm û min dest bi nivîsandina ev name kir.

Di jiyanê de hin caran divê mirov ji bo dil cihekariya pozîtîf nişan bide li gor daxwaza dil tevbigere û bibine dê ka çi diguhere di serdestiya dil de. Dibe ku ev rewş mirov matmayî jî bihêle; lê divê ew beden li dil bibore ji ber ku mafê dil jî he ye carna xeletî bike. Carna divê em helwesta xweya klasîk ya aqilmendîtiyê bidin alîkî. Carna ji diktatoriya aqil rizgarkirin divê. Carna jî em soz bidin dil, li gor wî bijîn encam çi dibe bila bibe.

Di encama vê biryarê de, piştê gelek salan, dibe mirov bibine ku aliyê dilê mirov yê ku zingar girtiye jî lê dide. Hindik be jî zingara wî alî paqij bibe û bibe hêvî ji bo pêşerojê. Di vê rewşê de mirov dibîne ku ew aliyê dil yê ku me ji bîr kiriye hê jî zindî ye. Divê spasî bê kirin, ji yên ku dibin sedem re.

Di gelek buyerên jiyanê de encam ne armanca sereke ye, ya esasî ew rê ye ku xweşiya wê ji meşa wê tê. Dibe ku di vê rewşê de li gor daxwaza mirov encamek dernekeve holê an jî rêyek venebe, lê ev ceribandin tiştên baş jî derdixîne, wek mînak; paqijkirina zingara dil.

Dema mirov tenê li gor serdestiya mêjî tevdigere, mirov gelek xeletiya dike û van xeletiyan jî paşê tên dîtin û ev serborî poşmaniyeke bêveger bi xwe re tîne. Divê carna mirov wêrek be, serdestiya dil ji bo demek kin be jî bipejirîne û bibîne çi li benda me ye. Heta mirov neceribîne mirov nizane û nabîne. 

Di serdestiya mêjî de mirov nizane çawa têkîlî deyne bi jiyanê re an jî bi kesî re, mirov tirsonek tevdigere. Beden her tim bi tirs e, bi xof e hê ne diye lê zane! Hê nejiyaye lê texmînan dike! Û radiweste nahêle tu bêtirs bijî. Mêjî hişke, mêjî ji xwe têre, mêjî derdora xwe nabîne tenê li pêşiya xwe dimeyzîne, lewre mirov ne makîneye hest hene, hestiyarî he ne. Di serdestiya mêjî de efsûna jiyanê nîne her tişt li holê ye.

Mêjî nahêle beden li pey hesta biçe dibe ku mafdar be, dibe ku ev hestên ku dil dixwaze tu li pey biçî, bê bingeh bin, lê dîsa jî gelek caran dil bandora xwe veşartî nişan dide, berê te dide aliyê xwe. Ma gelo pêkane ku dil te bibe cihekî sosret? Ma dil dijmine ku te bixapîne û bike kemînê?

Dil dixwaze xeletî bike, dixwaze biêşe, dixwaze janê bikşîne hemû encamên neyînî qebûl dike, dil wêrek e di heman demê de dixwaze hez bike, bête hezkirin û geş bibe, dil kubar e dil nazik e...

Di vê têkiliya dil û mêjî de ne serdestî, hevkarî divê. Ger em karibin hevkariya dil û mêjî di bingehek rast de saz bikin, dê jiyan watedartir, xweştir û geştir bibe. Lewre em zanin ku di eşqa rasteqîn de mêjî an jî dil kîjan serdest be jî di navbera wan de ahengek geş heye. 

Pêdiviya beden jî wekî xwezayê bi reng, bi deng, bi bêhn û bi hestên cuda heye. Çawa ku xweza bi demsala rengê xwe bêhna xwe awurên xwe bi tevahî kirasê xwe diguherîne, beden jî mafdar e ku hestên cuda bixwaze, bibîne û bijî da ku zanibe zindiyê. Ger ku demsal her tim zivistan be gelo pêkane ku tehma havînê bistîne dar û berî? Ger ku demsal her tim payîz be dê çawa rengê biharê zanibe xweza!…

Dil çavkaniya hest e. Hest tune be helbestvan he ye gelo? Şêx Bedrettîn Badîhewa venegotiye cudahiya bexçevan û helbestvan; "Helbestvan di tovê de darê dibîne û dike gotin. Şax û kulîlkên ku dirêjê ezman dibin, dengê balindeyên li ser şaxan, rêwiyên li bin siya hênik ya darê, rehên darê yê ku bin axê de dibîne û dike gotin. Lê bexçevan divê zanibe tovê darê kengê, li ku, çawa şîn dibe û kengê çi bike zane." Hest tune be helbestvan bexçevan e, dar êzing e! Dil tunebe beden term e!

Beden wek dara di guldankê de ye tu bi hestên cuda av nedî demek paşê zuha dibe wek termek, dimeşe lê napirse kuda diçe, disekine lê nizane li ku ye, rûdinê lê dîsa diweste. Xulase bedena bê hest zindiye lê bêgiyan, bêdeng û bêreng e.   

Ji ber wê, di têkiliya jiyan û kesan de pêdivî bi formek baş he ye. Ev form divê baş bête fam kirin da ku paşê poşmanî çê ne be. Divê rê û rêbaz rast bin, da ku paşê gelek pirsên bê bersiv dernekevin holê… Çawa? Çima? Çi bû?

Ger di vê têkiliyê de serdestî ya dil be, mirov dibêje; hinek kes ferîştehên xwe pir diwestînin û acis dikin!

Ger ya mêjî be, mirov dibêje; ez kêfxweşim ji halê xwe! (lê hay jê nîne ku ji rengîniya jiyanê bê par ma ye)

Ger hevkarî he be, mirov dibêje; jiyan çi xweş e!

Di vê ceribandinê de encam çi dibe bila bibe, divê fermandarên bedena mirov dil û mêjî wek şirîkên hevpar tevbigerin…

Çavkanî: Gazete Duvar

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin