Muzîsyenên Kurd dîsa vegeriyan kolana Istiklalê

Muzîsyenên Kurd dîsa vegeriyan kolana Istiklalê

.

A+A-

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê karvedanên qedexekirina muzîka Kurdî berdewam dikin. Komeke ciwanên Kurd ku muzîka wan hatibû astengkirin û hatibûn desteserkirin, ji bo protestokirina helwesta asayîşa Stenbolê li kolana Îstîklalê civiyan û bang li rayedaran kirin ku bila careke din karê wan ê muzîkê neye astengkirin.

Çend parlamenterên HDPê, rêxistina HDPê ya Stenbolê û hejmarek welatî jî piştgirî dan muzîsyenên Kurd. Li gel ku beşek ji koma ciwanên Kurd didin zanîn ku helwesta polîsên ku midaxele li wan kirine takekesî bûye jî, piraniya wan didin zanîn ku ji ber muzîka Kurdî ew berê jî rastê astengî û midaxeleyan hatine. Ciwanekî Kurd ku hatibû destserkirin ji Rûdawê re da zanîn ku, polîsan li qereqolê li ser wan de qêriyane û wan hêrs bûne.

Beriya çend rojan ji ber ku li kolana Îstîklalê ya Stenbolê stranên kurdî digotin ji aliyê polîsan ve hatibûn astengkirin, 2 ji wan muzîsyenan hatibûn desteserkirin û polîs dest danîbû ser enstrumanên wan ên muzîkê… Lê niha ew bi coş û moraleke mezin vegeriyan Kolana Îstîklalê û li ber Lîseya Galatasarayê stranên xwe yên Kurdî gotin. Xelk jî xwe li ber stranên wan govend gerandin û piştgirî dan wan.

Ew koma ciwanên Kurd ku ji 5 kesan pêk dihatin û rastê midaxeleya polîsan hatibûn, bi beşdariya çend parlamenterên HDPê, Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu û hejmarek welatiyan ve li kolana Îstîklalê ya navçeya Beyogluya Stenbolê daxuyaniyekê dan çapemeniyê û helwesta asayîşa Stenbolê protesto kirin.

Hevserokê Rêxistina HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu got: “Em wek gelê Stenbol û rêveberiya HDPê ya Stenbolê bêtehemuliya li hember ziman û muzîka Kurdî qebûl nakin.”

Ciwanên Kurd ku ev 5-6 sal in li kolana Istiklalê stran Kurdî dibêjin, daxwaz ji Walîtî û Şaredariya Stenbolê dikin ku bo wan ciheke taybet bê destnîşankirin û ew êdî bêyî midaxele û astengî stranên xwe bêjin.

Muzîsyen Devran Ronî jî got: “Me li vir muzîka Kurdî dikir. Lê ev yek ji aliyê Walîtiya Stenbol û Qeymeqamiya Beyoglu ve tê astengkirin. Em dixwazin bi zimanê xwe stranan bêjin. Bila zimanê me nebirrin.”

Beşek ji wê koma ciwanên Kurd di wê qenaetê de ne ku helwesta polîsên ku midaxele li wan kirine takekesî bûye, lê piraniya wan didin zanîn ku ji ber muzîka Kurdî ew berê jî rastê astengî û midaxeleyan hatine.

Muzîsyen Firat jî dibêje: “Bi tu awayî bi tu polîsan re problema me tune ye. Ew kiryara ku 2 polîsan kiriye, em hemû polîsan tometbar nakin.”

Mihemed Taşdemir jî got: “Dema me li vir muzîkê dikir polîsan me girtin bi,rin ber qereqolê. Di ser me de qêriyan û li me hêrs bûn. Me du saetan li qereqolê dan sekinandin û cizayê pereyê li me birrîn. Her wiha dest danîn ser gîtar û enstrumanên me.”

Muzîsyen Halil Agirî wiha axivî: “Tu pêşve diçî bi Erebî, Tirkî, Farisî û bi gelek zimanên din stranan dibêjin. Lê polîsên vir qet midaxeleyê wan nake û stranên wan qut nake. Lê dema hevalên me yên li  vir bi Kurdî stranan dibêjin, klam û stranên wan qut dikin.”

Her wiha ev çend roj in karvedanên qedexekirina muzîka Kurdî him li ser medyaya civakî û him jî li nav siyaseta Tirkiyê berdewam in.

Parlamenterê HDP yê Stenbolê Zeynel Ozen jî got: “Ev desthilata zordar û faşist bi tu awayî hebûna Kurdan û zimanê Kurdî qebûl nake. Pirsgirêk jî ev bi xwe ye.”

Welatî Medeni Balci jî got: “Me naxwazin. Me qebûl nakin. Em jî insan in. Zimanê me heye.”

Ji xeynî Stenbolê li Amedê jî hin saziyên çandê qedexekirina stranên kurdî bi girtina dîlanê û stranên kurdî şermezar kirin.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin