Mustafa Ozçelîk: Ji bo lêxwedîderketina zimanê kurdî, berîya her tiştî divê em bi kurdî biaxivin, em kurdî fêr bibin

Mustafa Ozçelîk: Ji bo lêxwedîderketina zimanê kurdî, berîya her tiştî divê em bi kurdî biaxivin, em kurdî fêr bibin

.

A+A-

Mustafa Ozçelîk

Celadet Bedirxan û hevalê xwe di 15ê Gulana 1932an da hejmara yekem a Kovara HAWARê derxistin û heta 1943yan 57 hejmarê HAWARê derketin.

Girîngîya Kovara HAWARê, ewe ku, yekemîn kovara kurdî ye ku bi tîpên latînî hatîye weşandin.

Ji ber vê yekê, 15ê Gulanê,  ji alîyê hinekan ve wek ‘’Cejna Zimanê Kurdî’’, ji alîyê hinekan ve jî wek ‘’Roja Zimanê Kurdî’’ tê pîroz kirin.

Em Celadet Bedirxan û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin û spasyîa wan dikin.

Belê, roja 15ê gulanê jî di nav de, ji bo zimanê kurdî ( kurmancî, kirdkî/zazakî) gelek çalakîyên cûr bi cûr têne li dar xistin, xebat têne kirin.

Helbete ku hemû çalakî û xebatên ji bo zimanê kurdî girîng in, pîroz in û divê em piştgirîya wan bikin.

Lê bi ya min, li gel van xebat û çalakîyan, nuha ji bo zimanê kurdî berîya her tiştî divê em van çar tiştên esasî bicîh bînin.

Yekem: Her kurdekî ku bi kurdî nizane, divê kurdî fêr bibe. Her malbateke kurdan divê zarokên xwe fêrî kurdî bikin; divê  di nav mala xwe û di her beşên jîyanê de zimanê me yê esasî kurdî be, em bi kurdî biaxivin.

Duyem: Bi qasî vê gava yekem, tiştekî din yê girîng jî heye ku, mixabin gelek alî û kes paşguh dikin. Ew jî dersa bijarte ya kurdî ye. Ji alîyekî ve malbatên kurd bi hêjmareke gelekî kêm ji bo zarokên xwe serî li  dersa bijarte ya kurdî didin. Ji alîyekî jî wek ku dewlet ji dersa bijarte ya kurdî jovan bûbe, astengîyan derdixe, gelekî kêm mamosteyan tayî dike. Ji ber vê rastîyê,  divê  em awayekî cidî li ser vê mijarê rawestin. Divê em bikaribin her sal 200.000  zarokên kurdan li dersa bijarte ya kurdî qeyd bikin û her ku here zêdetir bikin. Ji bo 200.000 hezar zarokan dê herî kêm pêwîstî bi 2000 mamoste û bi milyonan pirtûkên dersê hebin. Ma gelo ev tu heyecanê nade we?

Ev herdu gav, dê rêya bidestxistina mafê perwerdeya bi kurdî û fermîbûna zimanê kurdî xweştir û xurtir bikin.

Sêyem: Divê xebateke berfireh bê meşandin da ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeya bi zimanê kurdî bê qebûl kirin û di qanûna bingehîn û hemû yasayên peywendîdar de ev maf bêne garantî kirin.

Çarem: Divê hemû şaredarîyên li Kurdistanê li gel tirkî, kurdî (kurmancî, kirdkî/zazakî) wek zimanê fermî yê şaredarîyê bikar bînin. Kreşên zarokan ên bi kurdî û dibistanên bi kurdî vekin.Hemû dezgehên sivîl û meslekî yên li Kurdistanê jî ji bo bicîh anîna axaftin û fêrbûna zimanê Kurdî, divê  seferber bibin da ku amûr û îmkanên pêwîst bêne ava kirin.

Belê, ev çar gav, dê sîstema asîmîlasyonê bi awayekî bihêz bihejînîn, dê rê vekin da ku bi milyonan kurdên ku bi kurdî nizanin bikaribin bi kurdî biaxivin, kurdî fêr bibin.

Kurdî hebûna miletê kurd e, heykelê netewetîya me ye. Ji bo ku em bikaribin rê li ber zext û asîmîlasyona li ser kurdî bigrin, werin em ji pêkanîna van her çar  gavan destpê bikin.

15.05.2024

Mustafa Ozçelîk

Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin