Mizgeft û Mela

Mizgeft û Mela

Êdî ew bi peyva "mela" ne razî ne

A+A-

Raber Telet

Mizgeft weke remzeke dînî, weke navendeke xwedanasî û rûhî, li komelgeha misilman û dîndar a Kurd de her bi rûmet bûye.

Mela yan xutbexwênê Înê, di dîroka civaka me ya Kurd de hertim kesayetiyekî xwînşîrîn û dilsoz bûye, xwedî helwêst û rewşenbîrî bûye, li civatan û di nav gel de xisleteke xwe ya taybet hebûye.

Eger em bala xwe bidine pirtûka "Riştey Mirwarî" ya Elaedîn Sucadî, ku ji bo nasîna komelgeha Kurd berhemeke kêmnirx nîne, wê kesayetiya melayê Kurd bi zelalî nîşanî me dide.

Di wê pirtûkê de bi dehan nukte û serpêhatiyên xweş hene ku mela karakterê wan ê serekî ye.

Mela di dîroka gund, xwendewarî û jiyana komelgehî ya Kurdewarî de her car karakterekî sereke ye. Bi wî şêweyî di nav gel û feqiyan de cihê wî di henek û nukteyan de heye.

Wisa bûye ku mela û mizgeft beşekî girîng ê sîstem û pêkhatina jiyana komelgehî ya gelê Kurd e.

Li Herêma Kurdistanê, ev çend sal e wêneyê mizgeft û mela diguhere. Guherîneke ne ji xelkê, lê ji melayan bi xwe. Xelk xwedî eynî hezkirin û rêzgirtinê ye ji mizgeft û melê re. Lê ew dilnizmî û dilsoziya carê, nabêjim hemû, bi zehfê melayan re nemaye.

Êdî ew bi peyva "mela" ne razî ne. Divê em ji wan re bibêjin "mamosteyê dînî" herçendî ku tu bêrêzî di peyva "mela" de nîne!

Bi wan re ew nefsbiçûkiya ku "Riştey Mirwarî" behsê dike nemaye. Lê piraniya wan di xutbeyên xwe de bi dengê bilind hawar dikin, xwe sor dikin û heqaret li jiyan û azadiyên me yên mirovî dikin.

Mijûl in hemû xweşikatiyan heram bikin. Tekfîrê li civakê dikin. Fitwayên tundûtijiyê liser keç û jinên welatê me didin. Xelkê, bi taybet, gêncan bi bêdîniyê tawanbar dikin. Roj bi roj dîn û dîndariyê li me aloztir û zehmettir dikin.

Hemwelatiyek çi bike, bi nêrîna wan deriyekî nû yê dojehê û xezeba Yezdan bi ser me re vedibe. Xutbeyên piraniya wan bûne gotarên qiyamet, mirin û dojehê. Kesayetiya zehfê ji wan bûye yeke tundî û pîroziyê.

Li ser vê qasê jî, cimaeta mizgeftan qerebalixtir dibe. Hinek mizgeft bi hejmara nimêjkerên xwe diyarde ne, hêja ne bibin manşêtê rojnameyan.

Meriv dikare sedema vê guherîna kesayetiya melê bigihîne xwesteka nimêjker û misilmanê Kurd jî.

Tundûtijiya di gotarên dînî de, weke hemû gotarên din ên tundûtij, di nav xelkê de rastî pesn û şayesteyê tê. Lêbelê çima?

Sedemek ew e ku berhemanîna rewşenbîrî, bi maneya xwe ya fireh wekî hunerên xweşik, sînema, wêje, weşandina kovar û pirtûk bi ziman û rûhê Kurdî lawaz e.

Berhemanîna rewşenbîrî, hunerî, werzişî nebûye beşek ji binyatdanîna neteweyî. Ji ber kêmasiya karîn û serboriyê, nagihine destê guhgir, bîner û xwendevan, nikarin rûhê mirov li Herêma Kurdistanê ronî bikin.

Sedemeke din: Hemû tişt bûye siyasî. Selefî û îslamî jî sûd ji siyasîbûna tiştan werdigirin.

Li Herêma Kurdistanê çend partî hene ku nakokî û aloziyên xwe yên siyasî dixine raserî hemû tiştî, loma binyatdanîna çandî û neteweyî di dawîn kar e di xeyala wan de.

Serencam, çi di nav wê sergerdaniya siyasî, derewên siyasetmedaran, nerastiya sozan, lawaziya rewşenbîrî û xwendewarî, nebûna zewq û awaza hunerî de heye ku rûhê mirov aram bike û hêviyê pê bibexşîne?

Hemû rê li pêşiya mirov girtî ne.

Heman demê tu gotareke hunerî û çandî wekî xutbeyeke Îne yan dengê hoparlora mizgeftê negihîştiye hemwelatiyên Herêma Kurdistanê.

Gelê me dînperwer e. Rêz ji berê ve li mela û mizgeftan tê girtin. Lêbelê "çandsazî" hatiye jibîrkirin. Loma nemaye hinek fikrên tundrê rûhê dînî yê Kurdewarî jî têk bibin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin