Selîm Acar

Selîm Acar

Hemû nivîsên nivîskar >

Mîr tazî ye!

A+A-

 

Du kurên min hene. Hê piçûk in û min ji wan re gotiye dibê, ew rojên seatekê pirtûkan bixwînin, lê ew zîde bala xwe didin amûrên teknîka informasiyonê, telefonên baqil, IPad, kompîtor, Xbox, playstation û hwd, li filîman mêze dikin, Xboxê dilîzin û bi skypê bi hevalên xwe re diaxifin...

Ez carnan aciz dibim û ji wan re dibêjim: "Hûn wek tajiyên merov bi darê zorê wan bibin nêçîrê!" Doh dîsa pir aciz bûm û min ji kurê xwe yê piçûk re got: "Hûn her roj her kathijmêr eynî filîman mêze dikin, ma hûn ji wan çi têdighêjin? Ma hûn ji eynî tiştî aciz nabin?!"

Kurê min li rûyê min mêze kir û bi devkenî got "Bavo ma tu jî her şev li wê televizyona ku jinek di navbera du sê kesan de rawestiyaye û her ew kesan bi hev re pevdiçinin, şer dikin. Ma tu ji pevçûnan wan aciz nebî, ew jî her eynî tişt e?!"

Ez piçkî rawestiyam û tiştên kurê min ji min re got, di mejiyê xwe re derbas kir. Bi rastî ew tişên rast û durust dibêje. Ji xwe demek dirêj min ji xwe re digot: "Ew kesên beşdatî nîqaşan dibin, tu tiştekî nû nabêjin, eyne tiştan bi bêje û hevokên cûda dibare dikin..." 

Ez herşev li nîqaşên kesên li pêşiya navê wan "prof, avukat, rojnamevan û hwd" divîsîne gohdar dikim, lê tişkî nû nabêjin, pêşiya ew dest bi axaftinên xwe bikin, ez dizanim bê wê kî, çi bibejin û her roj dibim şahidê derew û durûtiya wan, lê dîsa jî li wan gohdar dikim. Ma gelo ji wan çi fêrm dibim(!) Ne tiştek! Çima li wan gohdar dikim û dema xwe dikujim? Bersîveke min ya bi mantiq nîne! Bu kurtayî kurê min ji min re got, "mîr tazî ye!"

Xwezîka zarokekî ji me mezinan re bigota: "Ma hûn hemû yekîtîya siyasî diparêzin, lê hûn nabin yek. Berovacî, hûn zêde dabeş û ji hev beladibin. Partiyên we yên pir nêzî hev nabin yek! Hûn di derheqa yekîtîyê de ne durust in!"

Xwezika zarokekî ji me mezinan re bigota: "Rewşenbîr û bîrbirên we, rewşa siyasî û bûyeran bi çavên xwe dibînin, lê tiştên berovacî ya rastiyên dibînin, dibêjin û dinivîsînin! Hûn durû ne!"

Xwezîka zarokakekî ji me mezinan re bigota: "Hûn dibêjin Kurd û Kurdistan, lê roja dengdanê hûn dengên xwe nadin partiyên Kurdistanî, berovacî, hûn dengên xwe didin partiyên yekîtîya Tirkiyeyê diparêzin. Hûn derewa dikin!"

Bigotineke din, xwezîka, ji bo gelek tiştan, zarokekî ji me mezinan re bigota:  "Mîr tazî yê!"

 
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin