
MHPê li xwe mikûr hat: Şirîkê me di rewşeke xirab de ye'
Tifaqa Cumhûr a AK-MHPêku di 30 bajaran de biryara hevkariyê dabûn, biryar da ku tifaqa xwe berfirehtir bikin.
A+A-
Biryara berfirehtirkirina Tifaqa Cûmûr, ji aliyê parlamenterekî MHPyî ve wisa hat şîrovekirin: 'Şirîkê me ( qesta wî AK Partî ye) di rewşeke xirab de ye. Daketiye heta ji % 35an.
Biryar ev e ku tifaqa Cûmhûr, hevkariya xwe fberfirehtir bike û tifaq dê hin bajaran jî bihewîne. Li gor vê, hin bajarên ku li serê dişêwirin ev in:
Bajarên ku ji aliyê CHPê ve tên birêvebirin; Burdur, Sinop, Giresun, Kırklareli, Zonguldak, Edirne, Çanakkale û Yalova. Herwiha herdu bajarên Îdir û Agirî yên di dest HDPê bû bes qeyyûm dest danîn ser. Herwiha li ser Qersê jî tê axaftin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin