Mezlûm Ebdî hûrgiliyên rêkeftinê aşkere kirin: HSD wekî "Lîwayên Parastinê" li herêmê dimîne

Mezlûm Ebdî hûrgiliyên rêkeftinê aşkere kirin: HSD wekî "Lîwayên Parastinê" li herêmê dimîne

.

A+A-

 Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî aşkere kir, ji bo rêgirtina li komkujiya Kurdan, wan bi serokê nû yê Sûriyê Ehmed Şera re hevdîtinek encam daye û li ser parastina herêmê lihev kirine.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî îro 30î Çileyê di hevpeyvîneke taybet de hûrgiliyên stratejîk ên rêkeftina bi hikûmeta nû ya Şamê re eşkere kirin. Ebdî destnîşan kir ku ev gava wan ji bo pûçkirina planên qirkirina gelê Kurd hatiye avêtin.

Hevdîtina li Şamê: Bi Ehmed Şera re civînek çêbû

Mezlûm Ebdî ragihand, roja 27ê vê mehê, li Şamê bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re civîneke dirêj û hûr pêk aniye. Ebdî diyar kir ku armanca sereke ya vê hevdîtinê gihîştina bi wê rêkeftinê bû ku îro bi fermî hat ragihandin.

Ebdî bal kişand ser rewşa navdewletî û got: "Dema me dît hewildanên navdewletî ji bo rawestandina şer û rêgirtina li komkujiyan ne di asta pêwîst de ne, me biryar da ku em vê rêkeftinê bikin da ku pêşî li qirkirina gelê xwe bigirin."

"Artêş nakeve nav bajarên Kurdan"

Derbarê aliyê leşkerî yê rêkeftinê de, Fermandarê Giştî yê HSDê daxuyaniyên girîng dan û got:

- Artêşa Sûriyê nakeve nav ti bajar an herêmeke Kurdî.

- Bajarên wekî Kobanê û herêma Cizîrê bi temamî di bin desthilat û parastina HSDê de dimînin.

- Tevlîkirina HSDê bo nav artêşê nayê wateya serdestiya artêşê li ser herêmên me, lê belê ev "hevahengiyeke niştimanî" ye.

Rewşa Hesekê û Qamişlo

Ebdî her wiha zelal kir ku wan rê daye hejmareke kêm a leşkerên artêşa Sûriyeyê ku derbasî nav bajarên Hesekê û Qamişloyê bibin. Lê tekez kir ku ev yek tenê ji bo destpêkirina "pêvajoya tevlîbûn û koordînasyonê" ye. Ebdî got jî: "Erkê van hêzan ne kontrolkirin an birêvebirina herêmê ye; ew ê piştî temamkirina erkên xwe yên diyarkirî ji wir derkevin."

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî destnîşan kir jî, wan bi vê gava stratejîk rê li ber karesateke mezin girtiye û parastina destkeftiyên gelê herêmê wekî erkê xwe yê sereke pênase kir.

"Tevlîkirina hêzan nayê wateya serdestiya artêşê li bajarên me"

Mazlûm Ebdî daxuyand, li gorî rêkeftinê, artêşa Sûriyeyê li herêmên Kurdî bi cih nabe. Li şûna wê, hêzên HSDê li herêmên Cizîr, Qamişlo, Hesekê, Dêrik û Kobanê wekî "Lîwayên Hêzên Parastina Sûriyeyê" erkê parastina herêmê bi cih tînin. Ebdî got: "Tevlîkirina hêzan nayê wateya serdestiya artêşê li bajarên me, lê hevahengiyeke niştimanî ye."

Rêveberiya sivîl û saziyên herêmî

Fermandarê Giştî yê HSDê daxuyand ku birêvebirina herêmê dê her di destê danyêrên herêmê de bimîne û saziyên ku heta niha hatine avakirin, wekî xwe berdewam dikin. Derbarê hevahengiyê de ev xal hatin diyarkirin:

- Tîmên hevbeş ji her du aliyan tên avakirin, lê tenê ji bo birêvebirina saziyên sivîl û kargêrî (wekî Parêzgariya Hesekê û Balafirgeha Qamişlo).

- Ev tîm dê bi ti awayî destwerdana karûbarên leşkerî nekin.

- Hemû rêveber û karmendên saziyan dê xelkê herêmê bin.

"Rêkeftin taybetmendiya herêmên Kurdî diparêze"

Ebdî tekez kir ku ev rêkeftin taybetmendiya herêmên Kurdî di warên siyasî, kargêrî, leşkerî, perwerde û çandî de diparêze. Herwiha got: "Her çend ev rêkeftin ne di asta hemû daxwazên me de be jî, lê me karî heta asteke pir baş destkeftiyên şoreşê biparêzin û em vê wekî gavaneke girîng dibînin."

Rewşa Kobanê û dema cîbicîkirinê

Derbarê rewşa Kobanê de, Mezlûm Ebdî ragihand, êrîşên li ser bajêr radiwestin û dorpêça li ser Kobanê tê rakirin. Ebdî derbarê dema cîbicîkirina peymanê de diyar kir, rêkeftin piştî 3 rojan (roja Duşemê) dikeve ware cibicîkirinê. Di vê heyamê de, divê artêşa Sûriyê ji wan deverên ku li ser hatine lihevkirin vekişe û di beramber de HSD jî dê ji hinek xalan paşvekişînê bike.

Mezlûm herwesa ragihand ku, pirsa Efrîn, Serêkanî û Girêspî, wekî deverên Kurdî, dê pareka veneqetiyayî ya pêvajoya danûstandinan be, her çend ew niha di bin kontrola hêzên din de ne, lê çareserkirina rewşa wan deveran pêdivîtî bi zêdetir dem û danûstandinan di çarçoveya lihevkirina tevgir de heye.

Di warê îdarî de, Fermandarê Giştî yê HSDê mizgînî da karmendên Rêveberiya Xweser û tekez kir ku li gorî lihevkirinê, hemî karmendên dezgehên niha yên Rojavayê Kurdistranê dê bibin karmendên fermî û dê li ser mîlakê giştî bên danîn. Ev pêngav dê di bin çavdêrî û garantiyên rasterast ên navneteweyî de bê bicîhanîn, ji ber ku welatên Fransa û Amerîka wekî aliyên tevlîbûyî di civînan de berpirsiyariya bicîhanîna lihevkirinê girtiye ser xwe. Ebdî eşkere jî kir ku, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser wê yekê rasterast bi Ehmed Şera re axiviye û Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi xwe garantiya siyasî ya wê lihevkirinê jê re ragihandiye.

Mezlûm Ebdî di derheqa pêgeha xwe bi xwe de jî got ku, gelek postên bilind ji bo wî hatine pêşniyarkirin, lê wî ew red kirine û li wê bawerê bûye ku kesên din ji bo wan cihan hejîtir in; tekez jî kiriye ku, ew dê di nav gelê xwe de bimîne da ku wê têkoşîna dijwar a li pêş de bidomîne, da ku mafên ku hîn nehatine bidestxistin bi dest bixe. Herwesa got: Divê em vê yekîtiya niha ya gelê Kurd bigihînin qonaxeka bilindtir û ji bo damezrandina lêvegerekê neteweyî ji bo gelê Kurd bixebitin.

Mezlûm Ebdî bi serbilindî ve behsa helwesta neteweyî ya Kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê di rojên borî de kir û ragihand ku, vê piştgiriyê hêzeka mezin daye wî. Herwesa wî spasiyên taybet pêşkêşî serkirde û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê kirin ku bi hemî şiyanên xwe yên madî û mînevî alîkar û piştgir bûn û ev helwesta neteweyî wekî têkoşîneka mezin û bibandor wesif kir.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi eşkereyî behsa çawaniya lihevkirinxwe ya bi Şamê re kir û ragihand: Ez dizanim ku ev lihevkirin li asta hêviyên gelê me û heta li asta daxwazên me jî nebûye. Ez nikarim bibêjim ku me karekî pir baş kiriye, lê di van şert û mercên dijwar ên niha de, ew pêngaveka pêdivî û neçarî bû.

Fermandarê Giştî yê HSDê herwesa amaje da guhertinên di awayê têkoşanê de û got: Em dê ji niha û pê de bizavê bikin ku bi rêya têkoşîna siyasî mafên Kurdan bi dest bixin û gelê xwe bi têkoşîna siyasî biparêzin.

Herwesa Mezlûm Ebdî gaziyek arasteyî li hemî awareyan jî kir û daxwaz ji wan kir ku, vegerin ser war û deverên xwe. Tekez jî kir ku, ew wekî HSD dê berpirsiyarên parastina can û mafên wan bin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin