Mesrûr Barzanî li ser alozîya devera Zîna Wertê daxuyanîyek belav kir

Mesrûr Barzanî li ser alozîya devera Zîna Wertê daxuyanîyek belav kir

Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, hikûmeta Kurdistanê hikûmeta tevahîya Herêma Kurdistanê ye.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokê hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser alozîyên vê dûmahîkê yên devera Zîna Wertê ya bajarokê Riwandizê û tohmetên ku li hikûmetê hatine kirin, daxuyanîyek belav kir. Naverka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Piştî hewlên serkeftî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê di birêvebirina kirîzan de bi taybet di warê rûbirûbûna Korona û genedelîyê de, hewlekê li dijî hikûmetê dest pê kirîye ku ez piştrast im dê nekaribe pêşîya îradeya hikûmet û xelkê bigire.

Lazim e em li ser alozîyên ku li devera Zîna Wertê ji alîyê kesên ne berpirs ve hatine derxistin, daxuyanîyekê bidin.

Piştî destpêkirina tedbîrên kontrolkirina deverên sînorî ji ber belavbûna vîrusa Koronayê, hinek kesên qaçaxçî hewl dan hinek kesan ji wan deveran re derbas bkin, ew jî li dijî tedbîrên tenduristî yên hikûmetê bû. Ji bo astengkirina wan hewlan, Wezareta Pêşmerge hêzeka yekgirtî û hevbeş bo devera Zîna Wertê şand. Em li bendê bûn tevahîya alîyan piştevanîya vê pêngava hikûmetê bikin lê mixabin hinek kesan bi enqest û hizreka hizbî hêzeka hizbî li hember wê hêza hikûmetê şandin wê deverê û bi eşkere li dijî hikûmetê derketin. Bi behaneya wê yekê ku qaşo ew der di bin kontrola wê hizbê de ye û hikûmet nikare hêzên hevbeş li wir bicîh bike. Ji ber wê j dest bi avêtina tohmet û buxtanan kirine û mijarên bê eleqe têkelî wan tiştan kirine.

Hêzên hevbeş û yekgirtî, hêzên hikûmetê ne û hikûmet bi xwe biryar dide wan hêzan li kîjan devereka Herêma Kurdistanê bicîh bike. Ew hêzên hevbeş, li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê hatine bicîhkirin. Ji ber wê jî em ji raya giştî ya Kurdistanê dipirsin; çima û bi çi armancekê tenê dijberîya wê hêza ku çûye Zîna Wertê, tê kirin?!

Ez ji welatîyên xoştivî re têkest dikim ku ji bilî hêzên Pêşmerge yên girêdayî Wezareta Pêşmerge ti hêzeka din ya hizbî li Zîna Wertê nehatîye bicîhkirin. Em spasîya wan hêzên sîyasî jî dikin ku li hember vê rewşa ku derketîye, nîgeranîya xwe nîşan dane lê bila biryar û desthilatên hikûmetê jî bi yên hizbî re nedin berhev. Hêvîya me ji wan ew e ku piştevanîya hewlên hikûmetê bikin bo bicîhanîna qanûn û nehîştina desthilatên ne berpirs û komên çekdar yên şexsî. Daxwaz min ji wan ew e ku biryarên hikûmetê wek biryarên hizbî nebînin û bicîhanîna qanûnê jî wek hevrikîya hizbî nehesibînin.

Behsa du îdaretîyê û hevdû tohmetbarkirin, xizmeta vê rewşê nake. Ew tişta ku niha diqewime, serhildana komekê ye li hember hikûmetê ne hevrikîya hizbî. Em hêvîdar in ew bi hişyarî ligel van alozîyan reftar bikin, li hember ne heq û binpêkarîyan derkevin û tiştên baş û xirab mina hev nebînin.

Dema me dest bi kabîneya nû kir me soza rastgobûn û xizmet û binecîhkirina yek îdaretîyê dabû welatîyên xoştivî. Em ti carî qebûl nakin ku hikûmeta yekgirtî tenê bi gotin hebe û di beşeka din ya Herêma Kurdistanê de, îdareyek din hebe û dijberîya hikûmetê bike.

Wezîrên birêz wezîrên hemû hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û şîret û biryaran ji hikûmetê werdigirin ne ji partîyan, ev jî daxwazî û arizûya hemû gelê Kurdistanê ye.

Em nûnertîya tevahîya deverên Kurdistanê dikim û li hember bicîhanîna qanûn û biryaran li hemû deveran, bê ferq û cudhaî, berpirsîyar in. Em ti carî rê nadin li Herêma Kurdistanê çendîn îdare li derveyî qanûnê hebin û bibin asteng li hember bicîhhatina biryarên hikûmetê.

Welatîyên xoştivî!

Min bi piştevanîya Xwedê û piştevanîya we yên dilsozên niştiman, ev erka giran qebûl kirîye. Niha jî bi piştevanîya Xwedê û we, emê li ser bicîhanîna qanûn û xizmeta hemû gelê Kurdistanê, bê ferq û cudah, berdewam bin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin