Wezîrê tenduristîyê: Duyem care Mesrûr Barzanî budceyê bo tekoşîna hember korona cuda dike

Wezîrê tenduristîyê: Duyem care Mesrûr Barzanî budceyê bo tekoşîna hember korona cuda dike

Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, çend rojên pêş de çend berkeftîyên vîrusa korona li herêma Kurdistanê dê bişînin malên wan. Lê naha li benda kontrolên wan ên dawîyê ne û lezê li rêkirina wan a mal nakin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Wezîrê tenduristîya hikûmeta herêma Kurdistanê aşkera kir, çend rojên pêş de çend berkeftîyên vîrusa korona li herêma Kurdistanê dê bişînin malên wan. Lê naha li benda kontrolên wan ên dawîyê ne û lezê li rêkirina wan a mal nakin.

Wezîrê tenduristîyê Dr. Saman Berzincî di civîneke çapemenîyê ya li Duhokê de ragehand, li Duhok û hemû herêma Kurdistanê tewdîrên baş hatine girtin. ‘’Bi keyfxweşî ve heta naha herêma Kurdistanê pêkanînên baş birêve birin. Li ser fermana serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, wezareta darayî du caran budce bo tekoşîna hember korona cuda kir. Budce piştevanîyek mezin bû û cîhê xwe girt. Ji ber wê jî ez spasîya serokwezîr dikim.’’ Herwaha aşkera dikim ku duyem biryara xerckirina budceyekî bo hewarçûna lez vê dawîyê hat derxistin û hîn pare bi temamî nehatîye xerc kirin.’’

Wezîrê tenduristîyê aşkera kir, naha temamê herêma Kurdistanê 35 berkeftî hene ku 4 kes bi temamî çêbûne. ‘’Hin testên din jî dê wan rojane derkevin û piştî testên dawîyê dê hin kes ji malên xwe re bên şandin. Lê em lezê nakin, heta em jê piştrast nebin em naşînin. Mixabin yek ji berkeftîyan jîyana xwe ji dest daye heta naha. Lê yên din hemû jî başin. Tenê kesek di bin kontrolekî bijîşkî ya zêde de ye, ew jî jineke ducanî ye. hêvîdarim ew jî baş bibe.’’

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin