Mesrûr Barzanî: Amerîkayê soz da

Mesrûr Barzanî: Amerîkayê soz da

.

A+A-

 Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, Amerîkayê soz da ku dê berdewam be li ser piştgirî û alîkariya Pêşmerge û herwiha tekez jî kir, “Amerîka li herêmê dimîne.”

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku li gel şandekê di çarçova 17emîn Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) de li Behreynê ye, derbarê korbendê û hevdîtinên hatine kirin, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Mesrûr Barzanî bibîr xist ku di çarçova korbendê de ew beşdarî çendîn, dîdar, panel û civînên dualî bûne û diyar kir, civîn jî li ser çawaniya parastina asayişa navçeyê û rûbirûbûna astengiyan bûn û şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî di civînan de li ser van mijaran boçûnên xwe derbirîn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê amaje bi wê kir, welatên cîhanê ji wê yekê têgihiştin ku pirsa asayiş û terorê, girêdayî hemû welaytên navçeyê ye û Kurdistan dikare bibe dergehek ji bo ku rewşa Iraqê ber bi baştir ve biçe.

Di dewama axaftina xwe de Mesrûr Barzanî tekez kir, di civîn û panelan de derket holê ku Herêma Kurdistanê li herêmê roleke girîng heye û welatên cîhanê girîngî bi asayişa Iraq û Herêma Kurdistanê didin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê derbarê civîna li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin de jî bersiva pirsa peyamnêrê Rûdawê da û amaje bi wê kir, Amerîkayê soz da ku berdewam be li ser alîkariya Pêşmerge û “hebûna wan (Amerîka) li herêmê jî dê berdewam be.”

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo beşdariya di 17emîn Korbenda Diyalogê ya Menamayê 2021 (IISS Manama Dialogue 2021) de li Behreynê ye û şandên zêdetirî 40 welatan di wê korbendê de beşdar in.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî heta niha li gel hejmareke zêde ya şandên bilind ên welatan civîn pêk anîne.

Mesrûr Barzanî jibilî civînên li gel şandên welatên din, duh li gel Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin û Hevahengkarê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê yê Koşka Spî Brett McGurk jî civîn pêk anîbûn.

Lloyd Austin di civînê de tekez kiribû ku Herêma Kurdistanê hevbeş û hevpeymaneke girîng a Amerîkayê ye û dûpat jî kiribû ku Amerîka, berdewam dibe li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê, taybet jî Hêzên Pêşmerge, di şerê dijî DAIŞê de.

Di civîna Mesrûr Barzanî û Brett McGurk de jî ji bo aramî û seqamgiriya Iraq û herêmê, tekezî li ser pêşxistina hevahengî û hevkariyê hatibû kirin.

Li aliyê din li gor gotina Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî, rewşa herêmê û Iraqê, hilbijartin, pêkanîna hikûmeta bê, mesela DAIŞ û gefên wê, ji mijarên sereke yên civînên li gel şandên welatan e ku gotûbêj li ser tên kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin