MERI ji bo Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê li nexşerêyên nû digere

MERI ji bo Îraq, Sûriye û Tirkiyeyê li nexşerêyên nû digere

.

A+A-

Foruma salane ya Enstîtuya Rojhilata Navîn a ji bo Lêkolînan (MERI) li Hewlêrê dest pê kir.

Di forumê de ku dê du rojan bidome, bi dehan serkirde, dîplomat, akademîsyen û biryarderên payebilind ên ji Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê beşdar dibin.

Foruma îsal di demekê de tê lidarxistin ku li herêmê gelek pêşhatên girîng hene, wekî hilbijartinên Îraqê, rewşa nû ya Sûriyeyê û pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.

Serokê Enstîtuya MERIyê Dr. Dilawer Elaedîn ji Rûdawê re ragihand ku amadekirina forumê û komkirina van serkirdeyan "erkekî giran e."

Dr. Elaedîn tekez kir ku ew rê nadin forum ji bo armancên hilbijartinê were bikaranîn û got, "Em nahêlin Foruma MERIyê ji bo propagandaya hilbijartinê bê bikaranîn."

Wî da zanîn ku panelên wan dê bibin "bingehek ji bo dewletsazî û ji nû ve avakirina dewletê li Îraqê."

"Îraq hîn nebûye ya hemû kesî"

Yek ji panelên girîng ên forumê li ser mijara "Îraq ji bo hemû kesî ye" û dê pêşeroj û paşeroja Sûriyeyê were axaftin.

Dr. Elaedîn diyar kir ku Îraq di 100 salên borî de ti carî nebûye welatê hemû pêkhateyan û got, "Berê Şîe û paşê jî Kurd hatin piştguhxistin.

Avakirina neteweyeke ku her kes xwe tê de bibîne, pêvajoyeke dirêj û aloz e."

Li gorî wî, ji bo avakirina baweriyê pêwîstî bi cîbicîkirina destûrê, serweriya yasa û wekheviyê heye.

Her wiha dê di forumê de mijarên wekî gendelî û hebûna komên çekdar jî werin gotûbêjkirin.

Diyaloga Şam û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê

Dr. Elaedîn derbarê Sûriyeya nû jî de axivî got ku ew hewl didin bibin navbeynkar û diyalogê di navbera Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk bînin.

Wî got, "Me ji her du aliyan, ji Rojavayê kurdistanê û kesên nêzîkî desthilata Şamê vexwendine da ku li vir bigihîjin hev û li ser paşerojê biaxivin."

Pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê

Serokê Enstîtuya MERIyê li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê jî da zanîn ku ev mijar ji bo wan gelekî girîng e, ji ber ku rasterast bandorê li Herêma Kurdistanê dike.

Wî got, "Me Hevserokê DEM Partiyê vexwendiye da ku ji nêzîk ve derbarê pêşhatên dawî yên li Enqereyê û çarenivîsa pêvajoyê de agahiyan bide me."

Dr. Eledîn di dawiyê de tekez kir ku armanca sereke ya forumê ew e ku "jîngeheke avaker ji bo diyalogê" were afirandin û pêşniyarên pratîkî ji bo avakirina aştiyeke mayînde li Rojhilata Navîn pêşkêşî biryarderan bikin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin