Mêran di meha Çirîya Paşîyê de 21 jin kuştine

Mêran di meha Çirîya Paşîyê de 21 jin kuştine

Mêran di meha Çirîya Paşîyê de, herî kêm 21 jin û 5 zarok kuştine. Tundkarî li 54 jinan kirîye û tecawiz li çar jinan kirîye. Bi darê zorê karê seksê bi 66 jinan kirine. Istismara cinsî herî kêm li 30 zarokên keç kirîye û tacîz li 26 jinan kirîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Li gor agahîyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî berhev kirîn, mêran di meha Çirîya Paşîyê de herî kêm 21 jin û 5 mêr û zarokên li nik wan kuştine.  

28 jinên li  bajarên Stenbolê, Dîyarbekirê , Yalova, Edirne, Antalya, Maras, Çanakkale, Bilecik, Aydin, Samsun, Kastamonu, Hatay, Kocaeli, Eskişehirê hatîn kuştin di çapemenîyê de wekî “gumanbar” hatine destnîşan kirin.

Mêran Eskişehirê hewil dane du jinan bikujin. Li Sêwasê du jin hatin e kuştin. Kuştina wan di medyayê de wek “faîlê wê mechûl” hatîye dîyarkirin.  Li Dîlokê jinek hatîye mecbûrkirin ku xwe bikuje.

Li Stenbolê, jinekê C.İ kuştîye ku wî bi awayekê sîstematîk êrîşa cinsî lê dikir. Jineka mafê xwe yê xweparastinê bi kar anî teslîmî polîsan bûye.

Mêran di Çirîya Paşîyê de tûndkarî li 54 jinan kirîye. Wan tecawiz li çar jinan kirîye. Mêran 66 jin mecbûrî karê seksê kirine. Mêran ya kêm îstismara cinsî li 30 zarokan kirîye û taciz li 26 jinan kirîye.

Çavkanî: Bianet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin