Mehmet Kaya: Sedemeke bi dizî ya danîna qeyûman heye

Mehmet Kaya: Sedemeke bi dizî ya danîna qeyûman heye

.

A+A-

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya got, “Sedemeke bi dizî ya danîna qeyûman heye, ziman, çand û hunera bajêr ji holê rakirin.”

Hilbijartinên xwecihê ango yên şaredariyan û meclisa bajêr di 31ê Adarê de pêk tê.

Lê ji ber ku ji sala 2016an ve şaredariyên ku DBP, HDP (bi navê îro DEM Partî) qezenç kiribûn ji aliyê qeyûman ve têne birêvebirin, xala sereke ya hilbijartinan li bajarên Kurdan danîna qeyûman e.

Rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ji roja ku qeyûm hatine danîn heta niha li dijî danîna qeyûman helwest nîşan didin.

Li gorî gotina wan qeyûman li bajêr û navçeyan

nasnameya Kurdî tepisandine û li dijî zimanê Kurdî polîtîkayeke taybet a helandinê meşandine.

“Sedemeke bi dizî ya danîna qeyûman heye, zimanê bajêr ji holê rakirin”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya wiha anî ziman:

“Sedemeke esasî ya danîna qeyûman heye. Sedemeke bi dizî ye, nepenî ye.

Çimkî dema hatin zimanê bajêr ji holê rakirin. Çand û hunera wê ji holê rakirin.

Bi taybetî jî li pêşiya Kurdî bûn kelem. Astengiyên mezin derxistin.

Baxçeyên zarokan ên bi Kurdî girtin. Saziyên ziman, çand û hunerê girtin.

Rê nedan konser, panel, sempozyûm çalakiyên bi kurdî. Ev hemû tişt di dema wan de bi dawî bûn.

Ev jî nîşan dide ku sedema esasî ya danîna qeyûman ev tişt bûn.”

Yek ji kirinên qeyûman ku herî zêde rastê nerazîbûnê hatine jî jikaravêtina karkerên şaredariyan e.

Tenê li Amedê û şaredariyên navçeyên Amedê 722 karker ji aliyê qeyûman ve ji kar hatin avêtin.

Yek ji van karkeran jî Şêxmûs Kartal e. Ew bavê 6 zarokan e. Dema ku li Şaredariya Sûrê dixebitî ji aliyê qeyûmê ve ji kar hate avêtin.

Ji wê rojê ve dest bi kare ecînê kiriye. Niha li nava Sûrê li ser dezgehekê ecîn çêdike û difiroşe.

“Ji ber ku ez ji kar hatim avêtin, kurê min ê mezin dev ji dibistanê berda”

Zirarmendê qeyûmê Şêxmûs Kartal got, “Wele em ji kar derxistin û me jî êdî ev kar kir.

Ji ber ku ez ji kar hatim avêtin, kurê min ê mezin dev ji dibistanê berda.

Psîkolojiya wan xira bû. Qeyûm e, ji me hez nake. Merivên xwe, yên nêzî xwe dikin kar û me nakin kar.”

Di van du hilbijartinên dawî yên şaredariyan de jî HDP ango DEM Partiya ku ketiye şûna wê bi dirûşma “em dê qeyûman rakin” derdikeve pêş.

Di vê hilbijartinê de jî heman dirûşm heye.

Partiya desthilatdar AK Partî ku di hilbajartinên berê de xwedî li qeyûman derdiket, di vê hilbijartinê de qet qala qeyûman nake; ne bi erênî û ne jî bi neyînî.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin