
Mecîd Xadimî jî hat kuştin
.
A+A-
Supaya Pasdaran a Îranê ragihand ku Serokê Îstixbarata Supaya Pasdaran di êrişên asmanî yên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Tehranê de hatiye kuştin.
Supaya Pasdaran îro li ser hesabê xwe yê fermî yê Telegramê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Mecîd Xadimî berê sibeha îro di êrişa Amerîka-Îsraîlê de hatiye kuştin.
Pêla nû ya êrişan
Îro berê sibehê gelek herêmên li derdora Tehrana paytext bûn armanca êrişên asmanî.
Li gorî amarên destpêkê, di van êrişan de heta niha herî kêm 25 kes mirine.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin