
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku dawîhatina şerê li herêmê, bi çareserkirina pirsgirêka komên ser bi Îranê ve girêdayî ye.
Rubio got, "Zehmet e ku êriş rawestin heta ku ew kom ji Îraqê dron û mûşekan berdin."
Rubio her wiha diyar kir ku Washington rê nade ku Îran ti bacan bixe ser derbasbûn navneteweyî ya Tengava Hurmizê.
Marco Rubio di destpêka serdana xwe ya ji bo welatên Kendavê de li Ebû Dabiya Îmaratê, bal kişand ser rola komên ser bi Îranê ve yên li Îraqê û herêmê û got:
"Zehmet e ku dawî li êrişan were heta ku ew komên ser bi Îranê ve ji Îraqê mûşek û dronan biavêjin û tevlî terorîzmê bibin, wekî ku Hemas û Hizbulahê kir.
Ji ber vê yekê ev pirsgirêkeke sereke ye û di van dan û standinan de tê gotûbêjkirin."
Ji bo Îranê peyama Tengava Hurmizê
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê peyameke tund da Taranê û ragihand:
"Tengava Hurmizê rêyeke navneteweyî ye û mafê ti welatî nîne ku bacê bixe ser derbasbûna keştiyên di rêrên navneteweyî re."
Ev daxuyaniya Rubio wekî bersivekê bû ji bo daxuyaniya hevpar a Îran û Umanê ku tê de teqezî li ser "serweriya" xwe ya li ser tengavê kiribû û qala girtina xerciyên xizmetguzariyê ji keştiyan kiribû.
Berê, Serokê Tîma Dan û Standinê ya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihandibû ku rewşa Tengava Hurmizê "ti carî venagere" serdema berî şer.
Vê yekê nîşan dida ku Taran dixwaze kontrola xwe ya li ser vê rê stratejîk zêde bike.
Dosyeya nukleerê û deryavanên asêmayî
Hevdem, Rêxistina Navneteweyî ya Deryavaniyê ragihand ku bi hevahengiya Îran, Uman û Amerîkayê, ew dê dest bi rizgarkirin û veguhastina zêdetirî 11 hezar deryavanî bikin ku ji ber dorpêçên li ser Tengava Hurmizê di nav keştiyên xwe de asê mane.
Rêxistinê diyar kir ku wan garantiyên ewlehiyê yên pêwîst ji bo vê yekê standine.
Derbarê dosyeya nukleerê de hîn daxuyaniyên dijber tên bihîstin.
Di demekê de ku Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje Îran bi "asta herî bilind a kontrolê" razî bûye, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Baqayî red kir ku rê bidin kontrolkerên navneteweyî ku serdana wan tesîsên nukleerê bikin ku par di şer de ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve hatine bombebarankirin.
Dan û standinên li ser eniya Libnanê
Li ser eniya Libnanê jî, gera pêncem a dan û standinên di navbera berpirsên Libnan û Îsraîlê de li Washingtonê dest pê kir.
Rubio destnîşan kir ku ew rasterast bi hikûmeta Libnanê re dixebitin û wî telefonî Serok Joseph Aoun kiriye.
Lê wî teqez kir ku "piştgiriya Îranê ya ji bo Hizbulahê" wekî beşeke ji guftûgoyên wan ên li gel Taranê tê gotûbêjkirin.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin