
Malbatên kurdan li Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê hatin cem hev
.
Li Nûneratîya Stenbolê ya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), roja 12.04.2026ê, malbatên kurdan bi hev re taştêyek kirin û li ser rewşa heyî ya kurdan, Kurdistanê de sohbet kirin.




Piştî taştêyê Nûnerê Stenbolê yê PWKyê Cengîz Gungor û endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PWKyê Kasim Ergun ji ber beşdarîya wan spasîya beşdaran kirin.
Kasim Ergun di derbarê armanca vê çalakîyê û rewşa heyî de kurte axaftinek kir.
Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk jî beşdarî vê çalakîyê bû û di derbarê girîngîya hevdîtinên bi vî rengî û nêrînên PWKyê di derbarê pêşhateyên vê dawîyê de axaftinek kir.
Helbestvan û sîyasetmedarê kurd, rêvebirê PWKyê Abdulmecît Kapazan jî bi navê "Kezî" helwesteke xwe xwend.
Serokê KURD-KAVê Mehmet Celal Baykara û gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên kurdan jî beşdarî vê çalakîyê bûn.
Çalakîya Nûneratîya Stenbolê ya PWKyê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.
12.04.2026
Buroya Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK)




NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin