
Malbatên girtiyan ji Şamê re: Zarokên me wek karta siyasî bikar neyînin
.
Di qonaxeke nû ya rêkeftina navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de, 88 girtiyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatin azadkirin. Tevî şahî û coşa malbatên kesên hatine berdan, malbatên girtiyên ku hîn di zindanan de ne, bi hêsir û hêrs daxwaza azadkirina zarokên xwe dikin.
Karwanê şeşemîn ê girtiyên HSDê ku di destê Hikûmeta Sûriyê de bûn, gihişt bajarê Hesekê. Li Bajarê Werzîşê yê taxa Giweran, bi dehan malbat bi kulîlk û hêsiran pêşwaziya zarokên xwe kirin. Lê belê li aliyê din, bi sedan malbatên din bi wêneyên zarokên xwe yên girtî, bang li aliyên peywendîdar dikin ku vê dosyeyê bi temamî bigirin.
Şervanên ku ji zindanên Şamê hatine berdan, behsa rewşeke dijwar û serederiya xirab dikin. Şervanê HSDê Mihemed Elî derbarê dema girtina xwe de got: "24 saetan em di bin zilm û xeberekê de bûn. Me her tişt dît, êşkenceyeke ku nayê jimartin li me hat kirin. Hîn jî gelek hevalên me li wir in."
Herwiha şervanê bi navê Yehya Silêman jî bal kişand ser zextên li ser Kurdan û got: "Serederiya hikûmetê ne ya mirovan bû. Zilm û zordariyeke mezin li ser me Kurdan hebû. Em dixwazin hemû hevalên me bên berdan."
Daxwaza sereke ya malbatên ku li qadê amade bûn, azadkirina hemû girtiyan bû. Malbatên ku zarokên wan di vê lîsteyê de nebûn, bi daxuyaniyên tund bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew ê ji kolanan neçin.
Edla Mihemed, hevjîna girtiyekî ku hîn nehatiye berdan, bi xemgîniyeke mezin got: "Xebar ji me re hatibû ku ew ê bê berdan, lê navê wî dernexistin. Ew birîndar e û di zindanê de ye. Em li vir li benda çavên wî ne û em naçin malên xwe heta ku ew neyê."
Zekiya Mihemed jî ku dayika girtiyekî din e, daxwaza mafperweriyê kir û got: "Çi sedem heye ku wan bernadin? Em îro li vir in da ku daxwaza zarokên xwe bikin. Divê hikûmet hemûyan berde, ne ku hinekî berdin û hinekî bihêlin."
Heta niha di şeş karwanan de 1970 kes hatine azadkirin. Biryar bû ku beriya Cejna Qurbanê ev dosye bi temamî bê girtin, lê hêj bi sedan girtî di zindanên Şamê de mane. Malbatên girtiyan ditirsin ku zarokên wan wekî "kartek siyasî" di destê hikûmetê de bimînin û bang dikin ku divê bêyî cudahî hemû girtiyên şer bên serbestberdan.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin