Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kom dibe

Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kom dibe

.

A+A-

Lijneya Giştî ya 76em a Neteweyên Yekbûyî li Newyorkê kom dibe û biryar e zêdetirî 100 serok dewlet beşdarî bikin û Efganistan, rewşa coronayê û veguherîna keşûhewayê mijarên sereke yên civînan dibe.

Di çarçoveya tedbîrên dijwar ên covid-19ê de, zêdetirî 100 serokdewlet û serokwezîr, wezîrên derve û delege beşdarî 76mîn Lûtkeya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîkayê dibin, ku biryar e 21ê Îlona 2021ê destpê bike û 30ê Îlonê jî bidawî bibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden dê cara yekem wekî serok di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de biaxive. Di civîna îsal a bi pêşengiya Biden de mijarên sereke yên gotûbêjen têkoşîna li dijî corona, guherîna keşûhewayê û mafên mirovan dibe.

Di lûtkeyê de mijareke meraqkirinê ye ka kî dê nûnertiya Efxanista di bin kontrola Tevgera Talibanê de bike.

Di çarçoveya tedbîrên coronayê de, dê destûr were dayîn ku 6 kes ji şandeya her welatek têkevin avahiya Neteweyên Yekbûyî, û 4 kes jî têkevin salona civata giştî ya ku lîder axaftinan dikin.

Civîn sala borî ji ber coronayê online hatibû encamdan.

Di nav serokên ku dê beşdarî zîrveyê bibin de Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi hene.

Beşek ji lîderên cîhanî beşdarî lûtkeyê nabin

Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn, Serokê Çînê Şi Cinping, Rêwajkara Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dê beşdarî lûtkeyê nebin.

Tevî ku 193 welat têne temsîlkirin, lê desthilatî di destê 5 welatan de ye.

Li Neteweyên Yekbûyî de 193 welat têne temsîlkirin, lê hêz û desthilat li Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî di destê pênc welatên weke Amerîka, Brîtanya, Fransa, Çîn û Rûsya de ye ku xwedan mafê vetoyê ne .

Biryarên Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî, ku di nav civaka navnetewî de qanûnî ye dikare sizayên aborî bisepînin û yekane desthilat e dikare hêza leşkerî bikar bîne.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin