
Li Zaxoyê civîna pilebilind a ewlehiyê ya Îraq û Tirkiyeyê
.
Fermandariya Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê û Fermandariya Artêşa Tirkiyeyê li Zaxoya Başûrê Kurdistanê civiyan.
Armanca civînê "xurtkirina hevahengiya ewlehiyê û çareserkirina pirsgirêkên sînorî yên di navbera her du welatan de" bû.
Li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê civîneke pilebilind a Hêzên Nobedarên Sînor ên Îraqê û berpirsên ewlehiyê yên Tirkiyeyê hat lidarxistin.
Di civînê de Fermandarê Nobedarên Sînor ê Herêma Yekem (ku berpirsê parastina sînorê Îraq û Tirkiyeyê ye) û Fermandarê Lîwaya 23yan a Artêşa Tirkiyeyê beşdar bûn.
Her wiha alîkarê fermandariyê yê karên siyasî jî amade bû.
Çareserkirina pirsgirêkên sînorî
Li gorî daxuyaniya Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê, di hevdîtinê de "tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêwendiyan û lidarxistina civînên dewrî hat kirin da ku ji bo her pirsgirêkeke sînorî ya ku derkeve çareseriyên yekser werin dîtin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku her du alî li ser wê yekê axivîne ku "ev cure civîn dibin sedema çespandina prensîbên hevahengiya dualî û parastina ewlehiya hevbeş a li herêmên sînorî."
Avakirina baregehên nû
Birêvebirê Ragihandinê yê Fermandariya Nobedarên Sînor ên Îraqê Heyder Kerxî li ser civînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:
"Ji bo parastina sînoran hevahengiya me û hikûmeta Tirkiyeyê heye û ev civîn jî beşek bû ji berdewamiya wê hevahengiya me.
Di plana me de heye ku em li herêmên xwe yên sînorî yên li gel Tirkiyeyê çend baregehên din ava bikin da ku em wan sînoran xurttir bikin."

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin