Li Tirkîyê proseya berdana beşek ji girtîyan destpê kir

Li Tirkîyê proseya berdana beşek ji girtîyan destpê kir

Serokomarê Tirkîyê, yasaya kêmkirina sizayê pejirand û di çarçoveya yasayê de, proseya berdana 90 hezar girtîyan destpê kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Serokomarê Tirkîyê, yasaya kêmkirina sizayê pejirand û di çarçoveya yasayê de, proseya berdana 90 hezar girtîyan destpê kir. Girtîyên sîyasî ji yasayê sûd wernagirin û CHP bi armanca betalkirina yasayê ku pîvana wekhevîyê binpê kirîye, serî li Dadgeha Destûrê da.

Yasaya kêmkirina sizayan li Parlamentoya Tirkîyeyê, piştî gengeşekirina heft rojan hat qebûlkirin û ji hêla Serokomarê Tirkîyê ve hat pejirandin. Piştî ku yasa di rojnameya fermî de hat belavkirin,  proseya berdana girtîyan destpê kir.

Li seranserê Tirkîye û Bakurê Kurdistanê nêzîkî 90 hezar girtî di çarçoveya yasayê de, tên berdan. Li Zîndana Semsûrê, proseya berdana 332 girtîyan destpê kir. Her weha 719 girtîyên ku di girtîxaneyên vekirî de ne, bo heyama du mehan tên bi moletê hatin berdan.

Bi yasaya nû, kesên bi tometên endamtî û alîkarîya rêxistinên terorê hatine tometbarkirin nayên berdan. Partîyên dijbere rexne li desthilatê digrin ku, bi yasayê bertîlxur û diz û destdirêj tên berdan, lê parêzvanên mafên mirovan, sîyasetmedar, rojnamevan bi tometa terorê di zîndanê de tên hîştin.

CHP, bi armanca betalkirina yasayê ku pîvanan wekhevîyê binpê kirîye, serî li Dadgeha Destûrê da. Niha li zîndanên Tirkîyeyê  û bakurê Kurdistanê nêzîkî 300 hezar girtî hene û belavbûna vayrosa korona li ser zîndanan jî metirsîyeke mezin e.

K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin