Li Tirkiyê herî zêde welatiyên Iraq û Îranê xanî kirine

Li Tirkiyê herî zêde welatiyên Iraq û Îranê xanî kirine

.

A+A-

 Saziya Amran a Tirkiyê (TUÎK) ragihand ku di Mijdara 2021ê de herî zêde welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê û Îranê li Tirkiyê xanî kirine. Li gor  TUÎKê dibêje li Tirkiyê di kirîna xaniyan de welatiyên Îranê bi hezar û 406 xaniyan di rêza yekem de ne, welatiyên Iraq û Herêma Kurdistanê jî bi kirîna hezar û 75 xaniyan di rêza duyem de cih digirin.

TUÎKê amarên Mijdara 2021ê ên  firotina xaniyan li Tirkiyê eşkere kirin. Li gor wan amaran firotina xaniyan di Mijdarê de li gor heman meha sala derbasbûyî ji sedî 59,0 zêdebûye û bûye 178 hezar û 814.

Li gor amarên TUÎKê di firotina xaniyan de bajarê Stenbolê bi hejmara 31 hezar û 706 xaniyan di rêza yekem de ye. Piştî Stenbolê  bi firotina 17 hezar û 117 xaniyan Enqere û bi 116 hezar xaniyan jî Îzmîr tê. Herwiha parêzgehên Colemêrg û Erdexanê yên Bakurê Kurdistanê di firotina xaniyan de di rêza dawî de ne.

Li gor ku TUÎK dibêje di Mijdara îsal de li Colemêrgê tenê 36 û li Erdexanê jî 65 xanî hatine firotin.

Saziya Amaran a Tirkiyê derbarê kesên ku ji welatên derve jî li Tirkiyê xanî kirîne zanyarî belav kirine. Li gor wan zanyariyan di Mijdara 2021ê de li Tirkiyê 7 hezar û 363 xanî bo welatiyên biyanî hatine firotin û rêjeya kirîna xaniyan a kesên biyanî li Tirkiyê li gor heman meha sala derbasbûyî ji sedî 48.4 zêdebûye.

TUÎK dibêje li Tirkiyê di Mijdarê 2021ê de di rêza yekem de bi hejmara hezar û 406 welatiyên Îranê  xanî kirîne. Piştî Îranê bi hejmara hezar û 75 xaniyan welatiyên Iraq û Herêma  Kurdistanê tên. Herwiha welatiyên Rûsyayê jî bi kirîna 836 xaniyan li Tirkiyê di rêza sêyem de tên.

Ev di demekê de ye ku di çend mehên dawî de nirxê lîreyê Tirkî zêdeyî ji sedî 40ê nirxê xwe ji dest daye û piraniya welatiyên biyanî vê yekê wek derfetekê dibînin û ji ber vê jî xaniyan li Tirkiyê dikirin.  

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin