Li Tirkiyê elektrîk û gaza xwezayî %20 hat zêdekirin

Li Tirkiyê elektrîk û gaza xwezayî %20 hat zêdekirin

.

A+A-

Kompanya Veguhestina Petrol û Xetên Boruyan (BOTAŞ) ragihand ku ji 1ê Îlonê û pê ve li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gaza xwezayî ya malan %20 û elektrîka malan jî %20 hatiye zêdekirin.

Kompanya Veguhestina Petrol û Xetên Boruyan (BOTAŞ) li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê nirxê gaza xwezayî yê Îlona 2022ê de daxuyaniyek belav kiriye û dibêje ligel vê zêdebûnê bi taybet bo gaza xwezayî ya malan dê piştgiriya wan berdewam be.

Li gor daxuyaniya BOTAŞê ji 1ê Îlona 2022ê û pê ve nirxê gaza xwezayî ya malan %20.4, li kargehên biçûk %47.6, li pîşesaziyê %50.8 û di berhemanîna elektrîkê de %49.5 hatiye zêdekirin.

Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) jî ragihand ku ji 1ê Îlonê û pê ve nirxê elektrîka malan û ya aboneyên karê çandiniyê %20 hatiye zêdekirin. Herwiha ji bo aboneyên sektora xizmetên taybet û giştî jî %30, aboneyên pîşesaziyê %50 hatiye zêdekirin. Piştî vê zêdekirinê 100 kîlovatsaat elektrîk dibe 173.46 lîreyên Tirkî.

Gaza Xwezayî

Mal  %20.4

Kargehên Biçûk %47.6

Sektora Pîşesazî  %50.8

Sektora Berhemanîna Elektrîkê %49.5

Elektrîk

Mal  %20

Aboneyên Çandiniyê %20

Sektora Xizmetên Taybet û Giştî %30

Sektora Pîşesazî %50

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin