
Li Tehranê deriyê girtîgeha girtiyên siyasî hat bombebarankirin
.
A+A-
Li Tehrana paytexta Îranê deriyê Girtîgeha Evînê ku girtiyên siyasî lê tên girtin hat bombebarankirin.
Ajansa Nûçeyan a Farsê da zanîn ku êriş li ber deriyê sereke yê Girtîgeha Evînê hatiye kirin.
Hat destnîşankirin ku êriş bi dronê pêk hatiye lê derbarê mijarê de hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Servîsa îstixbarata derve ya Îsraîlê (MOSSAD), li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê Xê dîmenên têkildarî êrişê parve kirin.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin