Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin

Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin

.

A+A-

Du lîwayên artêşa Îraqê li herêmên sînorî yên li gel Herêma Kurdistanê li deşta Nînovayê bi cih bûn.

Ew her du lîwayên artêşê cihê du lîwayên Heşdî Şebiyê yên li wî sînorî digirin.

Bicihkirina wan her du lîwayên artêşa Îraqê 7ê Adarê bi fermana Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Mihemed Şiya Sûdanî dest pê kir.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Encumena Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakayî ji Rûdawê re ragihand:

"Lîwayên 66 û 76 ên ser bi Firqeya 16an a artêşê ve li wan herêman hatine bicihkirin."

Lîwaya 66ê ya artêşa Îraqê li bakurê rojhilatê parêzgeha Nînovayê hatiye bicihkirin ku nahiyeyên Nemrûd û Bertileyê li xwe digire.

Lîwaya 76ê ya artêşê jî li navçeyên Telsqof û Wankê hatiye bicihkirin ku dikevin bakurê rojhilatê Nînovayê.

Her du navçe jî li gel Herêma Kurdistanê hevsînor in.

Li gorî lêkolînên Rûdawê, ew cihên ku Lîwaya 66ê lê hatiye bicihkirin berê di bin kontrola Lîwaya 30ê ya Heşdî Şebiyê de bûn.

Her wiha navçeyên ku niha di bin kontrola Lîwaya 76ê ya artêşê de ne, berê di bin kontrola Lîwaya 50ê ya Heşdî Şebiyê de bûn ku ser bi Tevgera Babîlonê ve ye.

Mihemed Kakayî diyar kir, "Li hinek navçeyan artêş bi temamî cihê lîwayên Heşdî Şeibî girtiye, li hinek navçeyên din jî bi hev re ne.

Ev rêkara artêşa Îraqê ji bo rêgirtina li ber êrişên ku ji wan navçeyan tên ser Herêma Kurdistanê ye."

Piştî ku şerê Îranê li gel Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de dest pê kir, bi dron û mûşekan êrişî Herêma Kurdistanê tê kirin û şîroveyên têkildar dibêjin, beşek ji wan êrişan ji wan navçeyên Nînovayê hatine kirin.

4ê Adara 2026an, Mihemed Şiya Sûdanî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ferman dabû ku hinek berpirsên îstîxbaratê yên hêzên ewlehiyê yên Nînovayê bên dûrxistin, ev jî di çarçoveya rêkarên ji bo rêgirtina li ber êrişên li ser Herêma Kurdistanê de bû.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin