
Li Şirnexê di navbera PKK û artêşa Tirk de şerekî dijwar rû da
.
A+A-
Hat ragihandin ku li herêma bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şerekî dijwar rû daye ku hejmarek kuştî û birîndar hene.
Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand ku dema operasyona Eren-10 ya hatiye destpêkirin, şer rû daye û got ku di encama şerê qewimiye de, doh 2 îro jî 6 bi giştî 8 PKKyî hatine kuştin.
Herwiha hatiye diyarkirin ku operasyona navborî bi beşdariya hêzên taybet ên cendirme û polîs li herêma Besta berdewam dike û gerîlayên di şer de can dane jî di ‘lîsteya sor’ de bûne.
Derbarê encamên şerê gerîlayan û artêşa Tirk de, hêj ji aliyê baskê PKKê yê leşkerî Hêzên Parastina Gel (HPG) ve daxuyaniyeke nehatiye dayîn.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin