Li Sine girtîyekî kurd hat bidarvekirin

Li Sine girtîyekî kurd hat bidarvekirin

6 girtîyên din jî dê sibê û dusibê bên bidarvekirin!

A+A-

Navenda Nûçeyan - Yek ji wan 8 girtîyên kurd yên ku li ber dara îdamê bûn, hat îdamkirin û 6 kesên din jî dê sibe û dusibe bên bidarvekirin.

Biryar bû îro danê sibê 8 girtîyên kurd, ku 7 ji wan di girtîgeha Sine de ne û yek jî li girtîgeha Seqizê de ye û hemû jî bi tohmeta kuştinê hatine girtin û bi îdamê hatine mehkûmkirin, îro hatiban bidarvekirin.

Lê li gorî agahîyên malpera Hengaw, îro tenê girtîyekî kurd bi navê Loqman Ehmedpûr di girtîgeha Sine de hat bidarvekirin, yên din jî dê sibê û dusibê bên bidarvekirin.

Li gorî agahîyan, îdama girtîyekî din bi navê Seîd Mihemedpûr hatîye paşxistin, ji ber ku malbata kesê ku ji alîyê wî ve hatibû kuştin, rizamendî nîşan dane ku eger heta dûmahîka meha Remezana îsal bikaribe 700 milyon tûmen bide wan, ewê xwîna kuştîyê xwe efû bikin û nahêlin ew were îdamkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin