Îranê girtîyeke din ê kurd darve kir

Îranê girtîyeke din ê kurd darve kir

Şayan Seîdpûr ku temenê xwe yê zaroktî de tewan kiribû û hukmê darve kirinê jê re hatibû dayîn, lê piştî ji girtîgeha Seqizê revîya û hate girtin îro 21.04.2020ê ji alîyê sazîya dadwerîya Îranê ve hat darve kirin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor raporta malpera Rêxistina Mafê Mirovan a Hengaw îro Şayan Seîdpûr ê xelkê Seqizê ku di temenê xwe yê zaroktî de tewanek kiribû û hukmê darve kirinê jê re hatibû dayîn, piştî ji girtîgeha Seqizê revîya û hate girtin îro li girtîgeha navendî ya Seqizê hate darve kirin.

Li gor heman çavkanîyê Şayan Seîdpûr 15.08.2015ê hîn temenê wî negeheştibû 18 salîyê hemwelatîyek din ê xelkê Seqizê yê bi navê Silêman Azadî kuştibû û ji ber wê hatibû girtin.

Şayan Seîdpûr dayîkbûyê sala 1997ê ye û dema ew tewan pêkanîbû 17 sal û 10 meh û 25 rojî bû.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin