Li Şaredariya Colemêrgê qeyûmê berê çû yê nû hat

Li Şaredariya Colemêrgê qeyûmê berê çû yê nû hat

.

A+A-

Piştî ku Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîkê ku wekî qeyûm li Şaredariya Colemêrgê hatibû tayînkirin bû Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê, li şûna wî Alîkarê Parêzgar Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm hat erkdarkirin.

Şaredariya Colemêrgê di hilbijartinan de bi rêjeya ji sedî 48,92yan ji aliyê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ve hatibû bidestxistin.

Piştî ku qeyûmê şaredariyê Parêzgarê Colemêrgê Alî Çelîk wekî Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe hat tayînkirin, Cuneyt Orçun Zor li şûna wî bû qeyûm.

Li aliyê din Îbrahîm Taşyapan jî wekî Parêzgarê Colemêrgê hat tayînkirin.

Taşyapan, Alîkarê Parêzgarê Colemêrgê û Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr Cuneyt Orçun Zor wekî qeyûm li şaredariyê erkdar kir.

Hevşaredar hatibû girtin

Hevşaredarê Colemêrgê yê DEM Partiyê Mehmet Siddik Akiş 3yê Hezîrana 2024an hatibû desteserkirin.

Di rûniştina biryarê ya doza ku ji sala 2014an ve didomiya û 5ê Hezîrana 2024an hat kirin de, bi îdiaya “birêvebiriya rêxistinê” 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Akiş hatibû birîn.

Wezareta Karên Navxwe spartibû vê biryarê û qeyûm tayînî şaredariyê kiribû.

Daîreya Cezayê ya 2yan a Dadgeha Herêmî ya Edliyeyê ya Wanê, piştî lêkolînê biryara xerakirinê da û dosye şand dadgeha herêmî.

Tevî vê yekê jî Akiş nehat berdan. Di darizandina dubare ya 3yê Kanûna Pêşîn de jî ji bo Akiş biryara tehliyeyê nehat dayîn.

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin