Li Rûsyayê kurdek şeşem care dibe endamê parlamentoyê

Li Rûsyayê kurdek şeşem care dibe endamê parlamentoyê

.

A+A-

Namzedê serbixwe Zelîmxan Mûsoyev di hilbijartinên Parlamentoya Rûsyayê de li herêma Pervouralsk piraniya dengan bi dest xist û bo cara şeşm dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê ya Dûmayê.

Rojên 17, 18, 19ê Îlona 2021ê, proseya hilbijartinên gera heştemîn a Parlamentoya Rûsyayê birêve çû. Li gor encamên destpêkê yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Rûsyayê, li herêma Pervouralsk, di nav namzedên serbixwe de, Zelîmxan Mûsoyev piraniya dengan bi dest xist û endamtiya gera heştemîn a Parlamentoya Rûsyayê misoger kir.

Zelîmxan Mûsoyev bi vê yekê rekoreke nû di dîroka hilbijartinan a Parlamentoya Rûsyayê de tomar kir, ji ber ku yekane endamê parlamentoyê ye ku weke namzedê serbixwe, şeş car ser hev piraniya dengan bi dest dixe û dibe endamê Parlamentoya Rûsyayê.

Zelîmxan Mûsoyev wek kesayetekî Kurdên Êzidî yê naskirî û Kurdperwer tê naskirin ku beriya niha jî ji bo penaberan bi rêya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî alîkarî dabûn qurbaniyên terora DAIŞê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin